Xwedîyê Xelata Nobel ya Aştîyê ya 2023an hat eşkerekirin. Hat ragihandin ku parêzvana mafên mirovan a Îranî Nergis Muhammedî ev xelat wergirtiye.
Xelata Nobel a Aştîyê ya sala 2023an ji ber xebatên wê yên li ser mafên jinan ji parêzvana mafên mirovan a Îranî Nergis Mihemedî re hat dayîn.
Di daxuyanîya komîteyê de wiha hat gotin: “Komîteya Nobelê ya Norwêçê biryar da ku Xelata Nobel ya Aştîyê îsal bide Nergis Muhammedî. Ji ber têkoşîna wê ya li dijî zext û zordarîya li ser jinên Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiyê ev xelat hatiye dan”.
Muhammedî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Êvînê ye. Mihemedî yek ji çalakvanên mafên mirovan ên Îranê ye ku ji bo mafên jinan û rakirina cezayê îdamê kampanyayê dimeşîne.
Li gor rêxistina mafên mirovan Front Line Defenders, Mihemedî niha bi 12 sal cezayê girtîgehê li girtîgeha navdar a Êvîn li paytexta Tehranê tê mehkûmkirin. Di nava sûcdaran de propagandaya li dijî dewletê jî heye. Mihemedî di heman demê de cîgira serokê Navenda Berevanên Mafên Mirovan e.


