Nasname û hişmendîya netewî

Milletekî ku xwedîyê dîrokek dûdirêj, xwedîyê çand û zimanekî dewlemend û paşerojek tije serhildan û berxwedan be, çawa dikare ji hişmendî û nasnameya xwe ya netewî dûr bikeve nayê fêhmkirin.

Nûrî Çelîk
Nasname û hişmendîya netewî li ser asasê yekîtî û hevparîya civakî tê avakirin.
Hişmendîya netewî bîr û ray, hest giyanê civakê dikemilîne û wê bi netew û milletbûnê ve girê dide. Nasnameya netewî jî hişmendîya netewî temam dike û nûnertîya netew û milletbûnê dike. Hişmendî û nasnameya netewî asta millet û nemilletbûnê nîşan dide.
Bawerîyên hevpar, nirxên hevpar û hêvîyên hevpar dibin sedema geşbûna hişmendîya netewî û ev yek amûr û hacetên civakîbûnê ne. Hebûnên giranbuha û nirxên pîroz in. Yên ku netew yan milletekî dike millet û wan li ser pîyan dihêlin ev in. Hişmendî, nasname û nirxên netewbûnê ne. Yên ku milletan ji hev cuda dikin jî heman nirx in.
Nasnameya netewî tê wateya nasîn û xwenaskirina neteweyek yekta. Wek civaka ku endam û hemwelatîyên wê bi heman hest û hîs û giyanî difikirin, bi heman çavî dibînin û bi wê nasnameyê hebûna xwe didin pejirandin. Bi kurtî; hişmendî û nasnameya netewî nasîn û xwenasîn e, hebûn û tunebûn e, mirin û zîndebûn e, jiyana netew û milletekî bi xwe ye. Netew û milletên ku xwedîyê hişmendî û nasnameya netewî ne sax mane, jiya ne, dijîn û di nav civaka milletan de bi rêz û hurmet tên pejirandin, giranî û hesabê wan tê kirin. Netew û milletên ku wek me Kurdan ji hişmendî û nasnameya xwe dûr in mirî ne, di asta koletîyê de, ne hebûn û tunebûna wan kifş e û ne jî rêz û hurmet ji wan re tê girtin. Ne giranîya wan heye, ne jî di civaka milletên dinyayê de hesabê wan tê kirin. Yanî tunene û hebûna wan mirina bi saxîtî ye.
Di dîrokê de milletê ku herî zêde li hember neyarên xwe serî hildaye belkî milletê Kurd e. Di dîroka wan de bi sedan serhildan û berxwedanên bi nirx û pîroz hene. Lê dixuye milletê ku herî zêde ji hişmendîya netewî û nasnameya netewî dûr ketiye û dikeve dîsa Kurd in. Milletekî ku xwedîyê dîrokek dûdirêj, xwedîyê çand û zimanekî dewlemend û paşerojek tije serhildan û berxwedan be, çawa dikare ji hişmendî û nasnameya xwe ya netewî dûr bikeve nayê fêhmkirin. Milletek çawa ji hebûna xwe, ji nirxên xwe dûr dikeve, çawa li xwe xwedî derkakeve nayê fêhmkirin. Milletek çawa hebûn û hemû nirxên xwe yên pîroz ji xelkê re dike qurban nayê fêhmkirin. Milletekî wek milletê Kurd çawa dibe evîndarê celladê xwe nayê fêhmkirin. Min bi xwe fêhm nekiriye, we fêhm kiribe nizanim.
Ez ne şaş bim carekê Mesûd Barzanî gotibû „ di dinyayê de tu millet wek milletê Kurd dîroka xwe zû ji bîr nake“.
Birastî nizanim, ne jibîrkirina dîrokê ye, ne ji hest û helwest û siyaseta serok û rêvebira ye, ne ji komplkes û xwepiçûkdîtina giyanî û derûnî ye, ne ji bêhêvîtî û bêçaretîyê ye, ne jî bêaqilî û naletlêhatîbûnê ye, lê dizanim netew û milletên ku ne xwedîyê hişmendî û nasnameyek netewî bin mehkûmê têkçûn û windabûnê ne. Û sedema herî mezin a ku Kurd ketine vî halî, sedema ku bindest û bê xwedan mane ev e; kêmbûn û tunebûna hişmendî û nasnameya netewî ye, jarî û lawazbûna hestên netewî ye.
Yekî bi navê Kerîm yekî dikuje û dikeve hepsê. Kurê yê kujtî xort e, xwîngerm e, bûye wek pizotê êgir û dixwaze hefya bavê xwe ji Kerîm hilîne, lê Kerîm di hepsê de ye û nikare.
Rojekê dîsa pifepif û kufekufa lêwik e, diçe wî alî, tê vî alî. Hevalê wî jê re dibê, „ kuro bêhna xwe fireh bike, xwedê kerîm e„.
Lawik ji hevalê xwe re dibê, „ erê erê, xwedê kerîm e lê Kerîm di hepsê de ye, wê kengî derkeve xwedê zane„.
Îcar mesela me Kurdan jî ev e.
Xwedê kerîm e!
Helbet wê rojekê Kurd bibin xwedîyê hişmendî û nasnameyek netewî.
Lê kengî tenê xwedê zane….


