
Balafirek bêpîlot a bombebarkirî êrîşî merasîma derçûna xwendekarên Akademîya Leşkerî ya li Hums a Sûrîyê kir. Di êrîşê de herî kêm 100 kes mirin û 240 kes jî birîndar bûn.
Firokeyek bêpîlot merasîma mezûnbûna xwendekarên Akademîya Leşkerî ya li Hums a Sûrîyê kir armanc. Di êrîşê de zêdetirî 100 kes mirin û 240 kes jî brîndar bûn.
Li gor nûçeya SANA yê, di encama “êrîşa terorîstî” ya ku bi balafirek bêpîlot a bi fîşekên teqemenî hat lidarxistin de bi dehan kes mirin û birîndar bûn. Ji nîvî zêdetir efser in.
Di daxuyanîya Wezareta Paraztinê de wiha hat gotin: “Di êrîşê de gelek sivîl û leşker mirin. Herweha, bi dehan malbatên vexwendî û gelek xwendekarên beşdar birîndar bûn.”
Di daxuyanîya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan de hat ragihandin ku zêdetirî nîvê kesên ku di êrîşê de hatine kujtin efser in.
Hat ragihandin ku Wezîrê Paraztina Sûrîyê Alî Mehmûd Ebas berî êrîşê bi çend deqîqeyan ji merasîmê derketiye. Piştî êrîşê rejîma Sûriyê 3 roj şîna netewî ragihand.


