
Pêşî di derbarê Prof.Dr. Alî Kemal Özcan de lêpirsîn hat destpêkirin û piştre ji karê wî yê zanîngehê hat dûrxistin.
Serokê Serdozgerîya Komarê ya Dersimê, di derbarê Endamê Fakulteya Munzurê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan de lêpirsîn da destpêkirin. Ozcan, berî hilbijartina 23ê Hezîrana 2019an a Stenbolê çûbû Îmraliyê, bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û nameya Ocalan ji raya giştî re xwendibû. Ozcan bi gumana ku “pesnê serokê rêxistina terorê daye” li Dadgeha Dersimê îfade da û piştre hat berdan.
Serdozgerîyê ji Ozcan re ragihand ku “ji ber bi Wekîlê berê yê Partîya Demokrasîyê (DEP) Remzî Kartal ê li derveyî welêt re hevdîtin pêk anîye” ev lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ozcan ê ku bi hinceta pesnê Abdullah Ocalan daye, di lêpirsîna dadî û îdarî de ji wezîfeya xwe ya li Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Munzurê ya Beşa Civaknasiyê jî hat dûrxistin.
Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ji bilî parêzer, malbat, endamên Partîya Demokratîk a Gelan û rayedarên dewletê, piştî ku Abdullah Ocalan ket girtîgehê, yekem kes bû ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.


