PolîtîkRojev

Wezîr Huseyîn wê bi Fîdan re li ser mijara “ewlehîya sînor” biaxive

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî ji bo pêkanîna komîsyonek ewlehîya dualî û ji bo çareserkirina pirsgirêka ewlehîya sînor, Wezîrê Karên Derve Fuad Husên erkdar kir ku bi Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan re bicive.

Li gor daxuyanîya nivîskî ya ku ji alîyê Berdevkê Leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Orgeneral Yahya Resûl ve hat dayîn, Serokwezîr Sûdanî serokatîya Civîna Lijneya Ewlehîya Neteweyî kir.

Di civîna ku mijara ewlehîyê lê hat axaftin, têkoşîna li dijî terorê û tiryakê hat gotûbêjkirin. Di civînê de rêkeftina ewlekarî ya di navbera Tehran û Bexdayê de, ku tê de çekdanîna dijberên rejîma Îranê jî tê heye, hat gotûbêjkirin. Hate gotin ku ev rêkeftin ji alîyê her du welatan ve dest bi cîbicîkirinê kiriye.

Sûdanî her wiha Wezîrê Karên Derve Huseyîn wezîfedar kir ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan re bicive û ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehîya sînor komîsyonek ewlehîya dualî pêk bîne.

 

Back to top button