
Wezareta Paraztina Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku di têkoşîna li dijî PKK de ew fikarên rewa yên ewlehîya Tirkîyê qebûl dikin, Tirkîye yek ji bihêztirîn û bi qîmettirîn hevalbendên NATOyê ye û wê ev hevkarî bidome.
Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder di civîna çapemenîya rojane de ragihand ku Wezîrê Paraztina Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Paraztina Tirkîyê Yaşar Guler bi telefonê axivîne.
Ryder, bal kişand ku Austin di hevdîtinê de fikarên rewa yên ewlehîya Tirkiyê qebûl kir û destnîşan kir ku girîngîya hemahengîya nêz a di navbera her du welatan de ji bo rêlibergirtina metirsîyên li ser hêzên Amerîkî yên li herêmê hat destnîşankirin. Tu gumana me nîne ku Tirkîye bi qestî hêzên Amerîkayê dike hedef.
Ryder, di derbarê balafira bêmirov a Tirkîyê ” ku derbasî herêma operasyonê ya bi sînor a ku ji aliyê DYA ve hatiye îlankirin bûbû” de jî wiha got: “Fermandaran nirxandin kir ku balafira bêmirov a ku ji nîv kîlometreyî zêdetir nêzî hêzên Amerîkayê bûbû, dibe sedema metirsiyê û balafirên şer F-16 ên Amerîkayê bi mebesta xweparaztinê ew anîne xwarê”.
Ryder, di derbarê PKKde jî got: “Em di şerê li dijî PKK de li kêleka hevalbendê xwe yê NATO yê Tirkîye û gelê Tirk in. PKK ji alîyê Amerîkayê ve wek rêxistina terorê ya biyanî hatiye binavkirin. Ji ber vê yekê em her kiryarên terorîstî yên li dijî Tirkîye û gelê Tirkîyê şermezar dikin”.


