CivakRojev

MÎTê Mûzdelîf Taşkin berteref kir

Teşkîlata Îstîxbarata Netewî ya Tirkîyê(MÎT) ragihand ku wan Mûzdelîf Taşkin, ê ku jê re dibêjin efserê giştî yê PKK li Sûrîyê û plankerê êrîşa Daglicayê ya ku di sala 2007an de li Qamişloyê hat kirin, berteref kiriye.

Li gor agahîyên çavkanîyên ewlehîyê û çapemenîya Tirkîyê, MÎTê tesbît kiriye ku Mûzdelîf Taşkin ê bi nasnavê “Aslan Çele/Aslan Samura” ku di sala 1988an de tev li PKK bûye, ji Iraqê derbasî Sûrîyê bûye.

Li gor hatiye eşkerekirin, MÎT ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê çalakîyek li dar xistiye û Taskin bêbandor kiriye. Müzdelif Taşkin, ê ku di sala 2007an de plansazê êrîşa bi çekên giran a li dijî Tabûra Komando ya Hêzên Çekdar ên Tirk a li Dağlıcayê bû û di encamê de 12 leşker hatibûn kujtin û 16 leşker jî birîndar bûbûn, li gelek herêmên Tirkîye û Iraqê li ser navê PKK operasyon kirine.

Hat diyarkirin ku Taşkin di sala 2010an de di nav wezîfedarên parêzgeha Zapê de cîh girtibû û di sala 2010an de ji teref rêxistinê ve wezîfedar bûbû.

Li gor agahdarîyan, herî dawî tê tespîtkirin Taşkin li Sûrîyê (Rojava)wek midûrê giştî yê rêxistinê tevdigerîya û bi qasî 35 salan bi xwe jî beşdarî gelek çalakîyan bûye.

Back to top button