Civak
Girtiyên KCKê têne berdan
Li Tirkiye ji bo pêvajoya Îmralî û hevdîtinên li gel Ocalan têne kirin rojane li ser naveroka vê pirsê hinek gotin û nûçeyên nû derdikevin.
Wek tê zanîn Ocalan û Karayilan jî daxwaz ji hukumetê kirine ku di vê çerçovê de girtiyên doza KCKê bêne berdan.
Maumer Guler
Di vê derbarê de wezîrê navxwe Muamer Guler daxuyaniyek da rojemevana û behsa vê pirsê kir. Guler dibêje: Niha ji bo sekinandina terorê û serkevtina vê pêvajoyê her tişt tê kirin. Di vê çerçovê de heta dawiya pêvajoyê pirsa doza KCKê jî di rojeva hukumetê de ye. Ji bo vê dozê pêwendî di navbera dezgehan de heye. Her tişt ji bo serkevtina pêvajoyê tê gotubêj kirin. Ev pirs jî çareser dibe.
Di daxuyaniya wezîrê navxwe de dixweyê heta demekî girtiyên doza KCKê jî têne azad kirin.