Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di 16ê Adara 2013ê de li Stockholmê li Dêra Adolf Fredrikê 25 salvegera jenosîda Helepçeyê bi bêşdarekî girseyî û programekê dewlemend bibîranî. Ji alî nûnerên Partiyên Swêdî û Kurdî axaftin hatin kirin, muzika matemî û stranên dilerî, hatin stirîn, helbestên heznî hatin xwendin, şanoya temsîlî li dar ket.

Îsal 25 sal derbas bû ku li ser wê roja tarî ku di dîroka kurd de qewimî. 25 sal derbas bû ku li bajarê Helepçe di nav çend saetan de zêdetir 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û dinya li hember vê qetlîamê bêdeng mabû. Yên dixwestin kurdan bi çekên kimyewî û bi navê enfal ji navê rakin ew bi xwe ji ortê rabûn.

Ev 25 sal e ku kurd vê roja reş bîbîr tînin û îro hin parlamentoyên Ewrûpayê; Norvec, Swêdî  Ingiltere enfal wek jenosîdek qebûlkirin.
Ev 25 e  ev roja qembax ji aliyê hemû hêz û rêxistinên kurdan ve bi tundî tê şermezarkirin û şehîdên Helepçeyê bi rêzadrî tên bibîranîn.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê wek her sal îsal jî vê roja bêyom bi merasemikê rengîn û bi beşdarbûnekî fireh bi bîr anî. Dêra Adolf Fredrik a li Stockholmê bi kurdên Swêdê û dostên kurdan bi programeka dewlemend a rengîn vê rojê bi matemî bîbîranîn.

Bîranin bi rêzgirtina şehîdên Helepçe û bi muzika matemî a  Stêr dest pêkir. Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan di axaftina xwe de balê kişand li ser wê yekê ku divê Netewên Yekbûyî(NY) ev roj wek rojekî li dijî çekên kîmyewî bi nav bike û fermî qebûl bike.
Dostê Kurdan û serokê berê yê Partîya Çep Lars Ohly wek hersal dîsa di merasimê de axaftinek kir û pêşnîyaza xwe ya ku ev roj divê ji aliyê NY ve bibe roja li dijî çekên kîmyewî dubare kir.

Musika matemî ya Stêr, strana Lorîn Berzencî, bêşdaran kelogirî kir. Xwendekarên dibistana navîn ya Adolf Fredriks skolan; Anders, Isak, Vindar och Kendal ji bona zarokên Helepçeyê sitirîn. Hecî Zaxoyî bi stranên şoreşgerî, artîsta Swêdî Ingela Karlson bi helbest a xwe , Koroya Komeleya Drama Kurdî bi navê sêvên Kîmyewî Elî bi şanoya xwe temsîla Helepçeyê kir.

Nûnerên partiyên Swêdê yên Meclîsê; Erik Ullenhag (Fp) û wezîrê Integrationê, Margareta Cederfeldt(M), Teres Lindberg (S), Abir-Al Sahlani (C) Rebwar Hasan (Mp) axifin. Li ser navê Komîteya Hevkariya Hêzên Kurd û Kurdistanî li Swêdê Omer Soran gotar pêşkêş kir.
Seroka FKKSê Aycan Şermîn Bozarslan ji bo beşdarîya wan kupaya FKKSê wek dîyarî da nûnerên partiyên Swêdê.

Bîranîn ji aliyê Kurdo Baksî û Ingela Karlson ve hat birevebirin.

www.fkks.se
[email protected]

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: