Panaroma meha Adarê

JI BONA KURDAN PANEROMAYA MEHA ADARÊ: Roja Adarê ji bona kurdan mehek gelek girîng e.

WEFATA SEROK BERZANÎ…

Mele Mistefa Barzanî, serokê neteweya kurd, beriya vê 32 salan, di 1-ê Adara 1979-an de, ji nav neteweya kurd koç kir çû ser dilovaniya xwe. Ew kesekî nemir e û di dilê gelê kurdan de dijîye.

Jiyana wî, bi azadî û rizgariya Kurdistanê re û bi qewimandinên dîrokî yên mezin re li hevûdu dike. Neteweya Kurd, bi serokatiya wî tahma azadiyê girtiye û desthilatdarî jiyaye. Di 11 Adar a 1970-yî de di bin seroktaiya wî de li Başurê Kurdistanê Otonomiya Kurdistranê ava bû û desthilatdariya baasî mecbûr bû ku peymeneke bi qepasîte bi kurdan re îmza bike. Di qonaxa em tê de dijîn de, avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê jî encama têkoşîn, xebat, fedekarî ya wî ye.

Ew dema ku 13 salî bûye, li ber çavên wî, birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî tê daleqandin. Ew wê demê biryar dide ku dê an kurditî neke û an jî dê tu wext xwe teslîmî dijmin neke. Biryar dide ku ji bona azadî û rizgariya neteweya Kurd û Kurdistanê xebat bike û têkoşîn bidomîne. Piştî wê biryarê jî, her dem di nav têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de bûye.
Rastî jî pişitî ku dest têkoşînê dike hîç demekê serê xwe ji dijminên neteweya kurd re natewî ne.

Ew ji serîhildana 1925-an û serokatiya wê serîhildanê re dibe alîkar û piştgir.

Ew di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de serokerkan e û ji serokê pêşewa Qadi Mihemed re hevalbend e û di bin serokatiya wî de xebatkar û dozgerek e. Ew dema ku li Komara Kurdistanê ya Mehabadê nîşan dide, ew realîteya beşbûnê Kurdistanê dide ber çav, ji bona wê tu wext îdiaya serokatî li Komara Mehabadê ya Kurdistanê nake.

Dema ku kolonyalîstên Îranî êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qadî Mihamed daxwaz dike ku li ber xwe bide û xwe teslîmî kolonyalîstên bê behdên farisî neke. Lê Qadi Mihemede biryar dide ku bi gelê xwe re bimîne û Mele Mistefa Barzanî jî, ji biryara wî û serokatiya Komara Kuırdistanê re rêz digre. Bi xwe jî biryar digre ku biçe Yekîtiya Sovyetê. Piştî ev biryara xwe, 500 hevalên xwe ve bi leşkerên Îranê, Tirkiyeyê û Iraqê re şer dike, encama meşake dirêj derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe.

Mele Mistefa Berzanî, li Yekîtiya Sovyetê jî, jiyaneke gelek zehmet û dijwar derbas dike. Li Sovyetê ji bona mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan û ji bona ku bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê û bi Stalînî re hevûdîtin bike, li Moskovayê çalakî çê dike; rûniştinê dike û grêwa birçibûnê pêk tîne. Di helwest û daxwaza xwe de jî bi serdikeve.

Mele Mistefa Barzanî, dema ku PDK a Iraqê di sala 1946-an de tê damezirandin, ew dibe serokê partiyê.

Ew di sala 1958-an de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, hîç tiştekî nafikire di ser riya Misirê re, piştî hevûdîtina serokê ereban Nasirî vedigere Iraqê. Li Baxdatê PDK-ê ava dike û di sala 1959-an de kongreya partiyê li dar dixe. Partiyê ji bona desthilatdariya li Kurdistanê û hikumeta li Iraqê amade dike. Lewra li Iraqê makezagoneke nû hatibû pejirandin û di makezagonê de desthilatdariya neteweya kurd û ereb ya hevbeş, du netew û du zimanê fermî hatibû pejirandin.

Mele Mistefa Barzanî, dema ku Iraqê makezagona nû re rêz negirt, ji deshilatdariya neteweya kurd re xiyanetî kir, di îlona 1961-an de li hemberî desthilatdariya navendî ya Iraqê dest bi şer kir û ala şoreşa îlonê rakir. Ev têkoşîna neteweya kurd di bin serokatiya wî de di 11-ê Adara 1970-yî de bi Otonomiya Kurdistanê taceser bû.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî hiqûqên û bi pejirandina Mekezagoneke nû, bû desthilatdar.

Lê bi Peymana 11 Adar a 1971-an, pirsa Kerkûkê nehat çareser kirin, biryar hat girtin ku pirsa Kerkûkê bi plebîsîtê çareser bibe. Plebîsîta Kerkûkê jî dê di sala 1974-an de bê li dar xistin. Hezar mixabin Hikumeta navendî ya Iraqê ji bona ku Plebîsîta/ Referandûma Kerkûkê encam nede, dest bi provakasyonan kir û çend caran xwest ku serok Barzanî bide kuştin, lê bi serneket.

Di encamê de girêdayî pirsa Kerkûkê di sala 1975-an de di navbeyna Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Nevandî ya Iraqê de şer dest pê kir. Neteweya kurd û serokê wê Mele Mistefa Barzanî, encama Peymana Cezayîrê, xiyaneta Îranê û DYA-yê şer wenda kir. Ew mecbûr bû ku li Îranê bijî. Ew tade û qehra jî, bû sedem ku bi naxweşiya qanserê bikeve û jiyana xwe wenda bike.

Dema ku di nexweşiya xwe de li DYA-yê ma, zehmetiyên mezin kişand û li wir çû ser dilovaniya xwe. Piştî demekê jî hat nav gelê xwe û welatê xwe.

Nuha jî di edebîîstirahata xwe de, bi avabûna Dewleta Federe ya Kurdistanê gelek kêfxweş e û di ebedîîstirahatxaneya xwe de jî ji neteweya kurd re pêşengî û mezintiyê dike.

Jiyana wî ya dema Otonomiya Kurdistanê û Plebîsîta Kerkûkê jî, ji bona dema Referandûma Kerkûkê ders û ceribandineke gelek aşkere diyar dike. Hêvî ew e ku desthilatdarî û hikumeta Kurdistanê ji vê ceribandinê ders derxin û rêbaza xwe diyar bikin.

Mele Mistefa Barzanî, di 1-ê Adara 1979-an de li Washintonê wefat kir, pêşiyê li Kurdistana Îranê li navçeya Şînoyê hat veşartin, lê îro gora wî li Başurê Kurdistanê li Berzan e. Ew û lawê wî Îdrîs Barzanî li cem hev razane. Her roj bi sedan kurd wan ziyaret dikin.

Mele Mistefa Barzanî di tekoşîna xwe ya 60 salî de rojekê jî dudil nebû, serî li ber dujmin ne tewand; ji fikir û ramanên kurd û mirovperweriyê dûr neket. Ruh, jiyan û tekoşîna wî nemir e. Lewra îro keç û lawên wî li ser axa wî û li ser rêya wî azad û desthilatdarê welatê xwe ne.

Bila ruhê wî şad û bextewar be; cîhê wî buhuşt be!


OTONOMIYA KURDISTANÊ Û PEYMANA CEZAYIRÊ…

Meha Adarê ji bo neteweya kurd, mehek girîng e. Di meha Adarê de ji bona kurdan rojên gelek dîrokî qewimîne. Bi taybetî jî girîngiya meha Adarê ji Newrozê tê. Lê ji bona neteweya kurd meha Adarê xwediyê bûyerên din yên dîrokî ne jî.

11ê Adarê jî, ji bona kurdan rojeke wusa ya dîrokî û girîng e. Ez dixwazim di 11-ê Adarê de li ser dû bûyerên dîrokî û girîng, rawestim.

Damezrandina Otonomiya Kurdistanê…
Wek tê zanîn, Kurdistan, piştî encama Peymana Lozanê, dema bû çar parçe û bû weletekî kolonî ket bin bandora 4 dewletên kolonyalîst (Komara Tirkiyeyê, Îranê, Suriyeyê, Iraqê) û mafên neteweyî yên neteweya kurd ji aliyê van dewletan de hatin xesip kirin, li hemû beşên Kurdistanê berxwedan û serîhildanên bi çek dest pê kirin.

Beriya Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava bibe, li Başurê Kurdistanê jî serîhildan hebû û ev serîhildana di bin serokatiya Berzaniyan de dom dikir, şikest xwaribû. Loma jî Mele Mistefa Berzanî li Rojhilata Kurdistanê têkoşîna xwe dom dikir. Dema ku li Rojhilata Kurdistanê damezirandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê dest pê kir, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lêhîstin. Mele Mistefa Berzanî bû serleşkerê Komara Kurdistanê.

Dema ku Dewleta Kolonyalîst ya Îranê biryar da ko êrişî Komara Mehabadê ya Kurdistanê bike, Qazî Mihemed û serokatiya komarê biryar dan ku bimînin û bi qedera neteweya kurd re qedera xwe bikin yek; Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku biçin Yekîtiya Sovyetan. Berzanî û hevalên wî, bi meşeqeteke gelek mezin bêyî ku zerar bibînin gelek bi ustatî derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn.

Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, li Sovyetê jî zehmetiyên gelek mezin dîtin û li Yekîtiya Sovyetan ji hevûdu dûr li Komarên Sovyetên jiyana xwe heta sala 1958-an dom kirin.

Evdilkerîm Qasim encama darbeyeke leşkerî Qral Faysal ji desthilatdariya Iraqê di sala 1958-an de dûr xist, biryar da ku li İraqê guhertin bike. Ji bona guhertinê jî, neteweya kurd û serokatiya wê, aktorekî siyasî û civakî ya girîng bû. Loma jî di makezagonê/desturê de guhertin pêk anî. Di makezagonê de hat diyar kirin ku Iraq, ji neteweya kurd û ereb pêk tê.

Vê guhertinê jî diyar dikir ku neteweya kurd dê li welatê xwe desthilatdar be û bi neteweya ereb re jî, desthilatdarî parve bike.

Piştî ev guhertina li Iraqê, desthilatdariya siyasî, ji bona ku Berzanî û hevalên wî vegerin Iraqê, di desthilatdariya siyasî de bibin şerîk, derfet pêk anîn. Encama vê biryarê Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî biryar dan ku vegerin Kurdistanê. Ji bona vê pêşî çûn Misirê û bi Nasir re hevûdîtin kirin, pişt re jî hatin Iraqê.

Vegera Berzanî û hevalên wî, li tevayî Kurdistanê tesîrek mezin çê kir, ji bona tevgera milî ya Kurdistanê jinûve bivejîne û xwe organîûze bike, rolekî girîng lêhîst.

Berzanî û hevalên xwe piştî ku vegeriyan Iraqê û Kurdistanê, ji bona avakirina rejîm û sîstema plûral a dumiletî dest bi xebatê kirin. Di destpêkê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) reorganîze û legalîze kirin, kongreya partiya pêk anîn û dezgehên partiyê ava kirin. Partî, di demeke kurt de bû rêxistineke kîtlewî û piştgiriya hemû beşên civata kurd girt.

Hezar mixabin vê rewşê demek dirêj dom nekir. Desthilatdariya navendî ya Iraqê guhertinên di qanûnan de pêk anîbûn, di jiyanê de pêk neanîn. Dema ku Berzanî û PDKê ev dûrûtî û sextekariya desthilatdariya siyasî dîtin, wan jî tedbirên xwe girtin û çûn bi her awayî li Kurdistanê bi cîwar bûn. Li Kurdistanê xwestin ku bi desthilatdariya siyasî re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hezar mixabin piştî hemû hewildanan derket holê ku desthilatdariya siyasî statuya berê ya kolonyalîst û faşîzan dixwaze bidomîne.

Berzanî û PDKê dema dîtin ku bi rêya aşitî û sivîl pirsgirêk çareser nabin, biryar dan ku rêya şerê çekdar bi kar bînin, Ev yeka jî, gelek aşkere ji reya giştî ya Iraqê û dinyayê re jî îlan kirin. Encama vê biryarê, Şoreşa Îlonê di 1961-an dest pê kir. Şoreşa Îlonê di demek kurt de piştgiriya gelê kurd li hemû beşan qezenç kir. Ji hemû beşên Kurdistanê şervan û kurdperwer beşdarî şerê çekdarî bûn.

Berzanî û PDKê li hemberî Dewleta Iraqê, di demeke kurt de mewziyên mezin qezenç kirin, gelek herêmên Kurdistanê ji destê hêzên leşkerî yên dewletê derxistin û rizgar kirin. Li wan herêman jiyaneke kurdewarî ya siyasî, civakî, çandî, perwerdeyî ava kirin.

Têkoşîna Berzanî û PDKê, heta sala 1966-an bê pirsgirêk dom kir. Hezar mixabin di sala 1966-an de di nav partiyê de cûdabûneke gelek mezin pêk hat û partî bû dubeş. Xerabtir pirse ew bû ku ji bona çanda demokratîk û pirrparticitî pêk nehatibû, di navbeyna herdu terefan de şerekî dijwar pêk hat. Beşa ku di bin serokatiya Îbrahîm Ehmed û Celal Telabanî de bû, piştî demekê bi hikumeta Iraqê re tîfaqek pêk anî, loma jî tahrîbat û zerar gelek mezin bû.

Ew tîfaqa di navbeyna hikumet û Îbrahîm Ehmed/Celal Telabanî de her çiqas di destpêk ê de zerar da şoreşê jî, piştî demekê refleksa milî ya kurdî xurttir kir.

Dewleta Iraqê, her ku diçû gelek herêmên Kurdistanê wenda dikir. Ji dervayî bajaran kontrol bi tevayî ketibû destê pêşmergeyan. Hikumeta Navendî ya Iraqê di sala 1970-yî de dît ku nikare zora Şoreşa Kurdistanê bibe, biryar da ku bi serokatiya Başurê Kurdistanê re peyman çê bike. Serok Berzanî û serokatiya şoreşê, ev pêşniyara êrenî/pozîtîf pejirand.

Lê Berzanî ji bona peymanê neçû Baxdatê.

Peyman, li Kurdistanê, di 11-ê Adar a 1970-yî de, di navbeyna baasê û serokatiya Kurdistanê de hat erê kirin û pejirandin. Bi Peymana 11-ê Adarê Otonomiya Kurdistanê ava bû û desthilatdariya Kurdistanê ket destê Berzanî û PDKê. Li Iraqê jî kurd bûn şerikê desthilatdariya dewletê.

Otonomiya Kurdistanê ji bona hemû kurdan, piştî Komara Meheabadê ya Kurdistanê bûyereke dîrokî ya duyem bû. Her kurdek pê kêfxweş bû û piştgir bû.

Lê hem dewleta tirk, hem jî sosyalîst û nîjadperestên tirk, ji damezirandina Otonomiya Kurdistanê gelek eciz bûn û ji bona Tirkiyeyê xeter dîtin. Ji bona ku Otonomiya Kurdistanê jiholê rabe û hilweşe, xebat kirin.

Gorî Peymana 11-Adar a 1970-yî, desthilatdariya otonomiyê gelek fireh bû, mirov dikare bibêje ku otonomî nîv dewletek bû. Iraq jî, bi vê peymanê dibû wek dewleteke konfederal. Otonomî xwediyê leşkerên xwe bû, hemû dezgehên xwe jî ava kir û li ser wan jî desthilatdarî pêk anî. Sînorê Kurdistanê, ji dervayî Kerkûkê hat diyar kirin. Sînorê Otonomiyê, ji sînora Dewleta Federe ya Kurdistanê firehtir bû û Musul jî di nav desthilatdariya Otonomiyê de bû. Statuya Kerkûkê jî, dê di encama plebîsîtê de diyar bûbûya. Plebîst jî dê di çar salan de pêk bihata.

Hikumeta merkezî, ji bona ku baş dizanî ku Kerkûk” piştî plebîsıtê bi Kuırdistanê re bê girêdan, dest bi provokasyonan kir. Heta du-sê car xwest ku serok Berzanî bi suîkastê bikuje.

Encama siyaseta dewleta Iraqê ya kolonyalîst, li Kerkûkê plebîsît pêk nehat, statuya Kerkûkê bû sedem ku di navbeyan desthilatdariya Otonomiya Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê de şer derkeve.

Wê demê Baas sosyalîst dihat nas kirin û Yekîtiya Sovyetan jî piştgiriya baasê dikir. Loma jî hemû sosyalîst, dewleta Tirk û Suriyeyê jî ji bona ku kurd di şer de bisernekevin xebat kirin. Dewleta Îranê jî, di destpêkê de ji kurdan re piştgirî dikir. Piştî salekê ji bona Dewleta Iraqê li Kendavê/Korfezê erd û petrol pêşkêşî Îranê kir, Dewleta Îranê piştgiriya xwe ji kurdan qut kir. Ji bona ku Dewleta Yekgirtî ya Amerîkayê bi rêya Îranê ji kurdan re piştgirî dikir, wan jî bi zora Îranê piştgiriya xwe birî.

Di navbeyna Iraq, Îran, Tirkiye, Suriye û Cezayîrê de Peymana Cezayîr pêk hat. Encama vê biryarê diyar bû ku hemû dewletên kolonyalıst dê bi hev re li hemberî kurdan şer bikin.

Berzanî, ji bona ku pêşiya jênosîda neteweya kurd bigre, biryar da ku şer rawestîne û çekên xwe teslîmî Îranê bike.

Pişt re belgeyên derketî jî ew nerîna Berzanî rast derxist.

Şerrawestin bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê hilweşe û Kurdistan dîsa bikeve bin desthilatdariya Dewleta Iraqê. Otonomiya Kurdistanê di Adarê de ava bû û di adarê de jî hat hilweşandin. Bi hilweşandina Otonomiya Kurdistanê neteweya kurd gelek xemgîn û birîndar bû, baweriya xwe li dinyayê şikand, derfetek din ya dîrokî wenda kir.

Ji hilweşandina Otonomiya Kurdistanê, hem dewletên kolonyalîst û hem jî sosyalîst û nîjadperestên wan dewletan gelek kêfxweş bûn. Partiya Komûnist ya Iraqê li cem baasiyan li hemberî kurdan şer kir.

Sosyalîstên kurd, bi taybetî jî Partiya Kemal Burkay sedema têkçûna Otonomiya Kurdistanê fahm nekir. Kemal Burkay gelek aşkere diyar kir ku Berzanî bona sosyalîst nebû, kevneperst, temsîlkarê feodalan û serok eşîran bû, li dijî emperyalîzma Emerîkayê nebû, loma şer wenda kiriye. Wî û sosyalîstên kurd fahm nekirin ku şerwendakirina Berzanî girêdayî îdeolojiyê nebû. Heger Berzanî sosyalıst bûya jî, şer wenda dikir. Tê zanîn ku dema şerê kurdan û dewleta Iraqê dest pê kir, Berzanî dostê Yekîtiya Sovyetan bû. Lê wê dostaniyê pêşiya têkçûna Otonomiya Kurdistanê negirt.

Hilweşandina Otonomiyê ji bo miletê kurd bû qonanek û pêngavek nû. Piştî ku Otonomıya Kurdistanê hat hilweşandin, miletê kurd, bi rêya PDK/Giyade Muwaqqet û bi rêya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNKê), xwe xurttur bi rêxistin kir. Encama têkoşîna PDKê û YNKê, miletê kurd, Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû.

RIZGARBÛNA HEWLÊRÊ…
Piştî ku di sala 1975-an de Otonomiya Kurdistanê hilweşiya, bajarên Kurdistanê û Hewlêr jî ket bin bandora Dewleta Iraqê. Ew desthilatdariya Dewleta Iraqê li Hewlerê, li Sileymaniyê, li Duhokê, heta sala 1991-an dom kir. Di sala 1991-an de piştî Şerê Kendavê yê Yekem Hewlêr, di 11-Adara 1991-an de rizgarbû û Kurd li Hewlerê desthilatdar bûn.

Rizgarbûna Hewlerê bû destpêkek ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bibe.

Di 11-ê Adarê de rizgarbûna Hewlerê loma jî bi mîhrêcanên girse hat pêroz kirin. Ez jî silavên xwe ji gelê Hewlerê bi rê dikim, Hewlerê û gelê Kurdistanê pîroz dikim.

LI TIRKİYEYÊ DERBAYA LEŞKERÎ:12ê Adara 1971: …
Li Tirkiyeyê piştî salên 1960î û bi taybetî jî piştî sala 1965-an Tevgera Milî ya Kurd xurt bû. Kurdan xwe di qada legal û îllegal de rêxistin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (1965) û DDKO (1969) ava kirin. Di TÎPê de bi nansameya kurdî xebata xwe meşandin. YTPê de cî girtin.

Li Tirkiyeyê di demek kurt de Tevgera Milî ya Kurd girseyî bû û sînora rewabûna xwe fireh kir. Xwendevan û rewşenbîrên Kurdan hebûna xwe û miletê xwe aşkere anîn ser zimên û mafên xwe yên milî parastin.

Di heman dem de tevgera çep û ya sinîfî jî li Tirkiyeyê xurt bû. Di navbeyna Tevgera Sosyalîst ya Tirk û Tevgera Milî ya Kurd de dem-dem hevkarî çê bû û tîfaq pêk hatin.

Ji aliyê din de burjuwazî her ku diçû xurt dibû û sînorê desthilatdariya Kemalistan teng dikir.

Loma leşkeran di 12ê Adara 1971-an de darbeya xwe çêkirin.

Hemû rêxistinên çep, sosyalîst, rêxistina kurdan DDKO qedexe kirin.

Bi hezaran şoreşger û sosyalîstên tirk hatin girtin, êşkence kirin, ceza kirin.

Li Kurdistanê bes sosyalîst û siyasetvanên kurdperwer ne; mîr, axa, şêx, mele, gundî, karker, xwenda û nexwendeyên kurdan bi awayekî girseyî hatin hepis kirin, êşkence kirin û ceza kirin.

Li siyasetvan û rewşenbîrên kurdan, bi tevayî li kurdan mûameleyek taybet hat kirin. Îdîanameyên wan dereng hatin amade kirin, di dadgehan de hiqûq bi her wayî hat îxlal kirin.

Lê ew mûamelaya dîktatoriya leşkerî di heman dem de bû sedem ku Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê piştî salên 1974-an xurttir bibe, gelek rêxistinên Kurdistanê ava bibin, tevgera milî ya kurd xwe bi metodên nûjen û û ilmî pêş bixwe.

QETLÎAMA HELEBÇEYê…
Her çiqas encama tîfaqa qirêj û herêmî ya dewletên kolonyalîst Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin jî, miletê kurd teslîm nebû. Miletê kurd jinûve di bin seyrokatiya Giyade Mûwaqqet-PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de di sala 19076-an de dest bi têkoşîn û şoreşê kir.

Rejîma baasî û saddamî ji bona ku vê şoreşê bitemirîne her metodek faşîst, nîşajperest bi kar anî. Komkujî û qetlîamên dewleta dagirker û kolonyalîst ya Iraqê domand. Bi sed hezaran kurd hatin enfal kirin.

Di encamê de rejîma faşîst di sala 1988-an de li Bajarê Kurdistanê Helepçeyê bombayên kîmyevî bi kar anîn. Encama van bombayên kîmyevî qetlîama Helepçeyê pêk hat. Bi Qetlîama Helepçeyê bajarekî Kurdistanê ji holê rabû; bi hezaran kes hatin kuştin, bi dehhezaran kes birîndar bûn. Hemû kurd ji aliyê psîkolojîk de hatin kuiştin.

Di merhalaya em têde dijîn de encamên Qetlîama Helepçeyê li Kurdistanê dom dikin.

Qetlîama Helepçeyê piştî Nagazakî û Hîrşîmayê qetlîama mezintir e û rureşiya mirovatiyê ye. Lewra beşekî dinyayê çavên xwe ji vê qetlîamê re girtin. Bi taybetî jî dewletên kolonyalîst yên cîran, fîlistiniyan, dewletên sosyalîst ji vê qetlîmê re çavên xwe girtin, li dijî rejîma baasî û saadamî derneketin.

Qetlîama Helepçeyê di dilê mirovatiyê de birînek kûr e.

Lê kêfxweşî ew e ku berpirsiyarên Qetlîama Helepçeyê Sedam Huseynî û Eliyê Kîmyewî û berpirsiyarên din hat darizandin û ceza kirin. Kêfxweşiya din jî ew e ku Helepçeyîyan bi şehîdbûna xwe Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kirin.

Desthilatdariya Kurdistanê û hemû kurd divê ji Helepçeyê re xwedî derkevin. Helepçe bajarekî paşvemayî ye. Ji bona ku Helepçe bê avakirin, divê hikumeta Kurdistanê hewildanek xurt nîşan bide.

14-Ê ADARA 1903-AN: MELE MISTEFA BERZANÎ HAT DINYAYÊ…

Serok Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1903-an de tê dinya ye. Ew ji binamelek şêxîtî û kurdperwer tê dinyayê. Ew, bi diya xwe re hîn di zaroktiya xwe de, dema 3 salî bûye di zîndanên Osmaniyan de dimîne. Malbat û birayê wî yê mezin Şêx Evdilselam Barzanî li hemberî Împeratorî û desthilatdariya Osmaniyan dikevin nav serîhildanê.

Şêx Evdilseşam Barzanî dema ku Berzanî 13 salî ye, li ber çavên wî îdam dibe. Ev bûyera li ser jiyana Mele Mistefa Barzanî bandor û tesîrek mezin çê dike. Mele Mistefa Barzanî wê demê biryar dide ku dê ya ji bona mafê miletê kurd nekeve nav hewildanê, an jî dema ku ket nav hewildanê wê demê dê tu wext teslîmî dewletê dagirker nebe.

Mele Mistefa Barzanî di jiyana xwe de ev yeka pêk anî.

Mele Mistefa Barzanî, hemû jiyana xwe di mafqezençkirina miletê kurd, têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê de derbas kir.

Di sala 1943-an de li hemberî Dewleta Iraqê di bin serokatiya Şêx Ehmed de şerê milî meşand. Piştî ku serîhildan û têkoşîna wan şikest xwar; derbasî Rojhşilata Kurdistanê bûn. Ew beşdarî damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bû.

Mele Mistefa Berzanî her çiqas xwediyê hêzek mezin ya leşkerî bû jî, serokatiya Qazî Mihemed pejirand, xizmeta avakirin û pêşxistina Komara Kurdistanê ya Mehabadê kir. Hîç wextekê nefikirî ku mudaxelaya îradeya serokatiya Komara Kurdistanê bike.

Dema ku Îranê ji bona rûxandina Komara Kurdistanê derfet dît, ji Serokkomarê Kurdistanê Qazî Mihemed daxwaz kir, ku ew jî bi wan re biçe Yekîtiya Sovyetan. Dema ku Qazî Mihemed biryar da ku bi gelê xwe re bimîne û encama xerab bi gelê xwe re parve bike, wî ji ew biryara wî re rêz girt.

Ew û hevalên xwe encama şerê Dewleta Iraqê, Îranê, Tirkiyeyê derbasî Yekîtiya Sovyetên bû.

Beriya ew û hevalên xwe derbasî Yekîtiya Sovyetê bibin, wî û hevalên xwe Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK a Iraqê) ava kirin. Roja partî ava bû, Serokdewleta Federe ya Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hat dinyayê. Dema ku ew derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn, Mesud Barzanî û diya xwe jî vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Ew di sala 1946-an de çûn Yekîtiya Sovyetan. Ew 12 salan li Yekîtiya Sovyetan wek penaber man. Wî û hevalên xwe li Yekîtiya Sovyetan gelek zehmetî kişandin.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di sala 1958-an de, piştî gûhertina desthilatdariya siyasî li Iraqê, vegeriyan Iraqê. Beriya bên Iraqê çûn Misirê û serokê milî yê ereban Nasir pêşwaziya wan kir.

Dema ku ew hatin Iraqê, PDK a Iraqê legal bû û xebata xwe aşkere meşand û kongreya xwe li Baxdatê li dar xist.

NEWROZ A PÎROZ…
Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz, cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweşî, vejînê, têkoşîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest ,roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.

Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê Başurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin. Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.

Newroz û rewşa Kurdistanê…Di sedsala 21-an de jî, beşbûna Kurdistanê û statuya ji kolonîbûnê xerabtir li Kurdistanê dom dike. Kurdistan wek koloniyekê jî, xwediyê statuyeke hiqûqî nîne û bêstatû ye. Li dinyayê neteweyên ji neteweya kurd wek serhejmar û erd qelstir in, xwediyê dewlet in. Lê kurd li Rojhilata Navîn wek neteweyeke bi serhejmar duyem, ji dewletbûnê merhûm e. Ji derveyî Başurê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî yên bingeh bêpar e.

Li Başurê Kurdistanê, ew statuya de factoyî ya ku piştî Şerê Korfezê (Kendavê) Yekem pêk hatîbû, di sala 2003-an de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê di çarçewa Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de midaxeleyî Iraqê kir û encama midaxeleyê rejîma saddamî û baasî hat rûxandin, ket pêvajoyeke nû. Li Iraqê di sala 2005-an de makezagonek (destûrek) amade bû û di makezagonê de federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê, encama referandûmê hat pejirand. Di makezagonê de Kurdistan, wek “Herêma Federe ya Kurdistanê” hat qebûl kirin.

Başurê Kurdistanê, nûha xwediyê Meclîs, Hikumet, serok dewlet, hemû dezgehên din yên dewletê ye. Kurd, li Başurê Kurdistanê xwediyê hemû mafên bingehî yên neteweyî ne û li Kurdistanê serwer û desthilatdar in. Hezar mixabin sîstema federal li Iraqê gorî pîvan û zagonên federalî nameşe. Desthilatdariya merkezî ya beşa ereb, hîn ji helwesta xwe ya baasî û nîjadperestî bi tevayî dev bernedaye. Serokwezîrê Iraqê Malikî, ji kurdan û ji sîstema federal re şer dike. Bi dewletê dagîrker re pêwendiyên xwe, ji bona ku di dipêşerojê de zerar bide kurdan xurt dike.

Dîsa li Başurê Kurdistanê pirsa Kerkûkê wek pirseke girîng û bingehî di rojevê de ye. Diviya bû ku encama referandûmê statuya Kerkûkê diyar bibûya, ku dê Kerkûkê bi hikumeta merkezî re û an jî bi destilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Hezar mixabin hîn referandûm pêk nehatiye û di pirsa Kerkûkê de hem li aliyê kurdan û hem jî li aliyê ereban tevliheviyek û sergêjiyek heye.

Li Bakurê Kurdistanê neteweya kurd, hîn di statuya kolonî û metîngehkar de dijiye. Gelê kurd li Komara Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên bingehî bêpar e. Hîn ew pêvajoya tunekirin, tirkkirin, jenosîdkirina neteweya kurd bi awayekî modern û bi taktîkên nû tê meşandin. Hebûna kurdan hîn ji aliyê hiqûqî de nayê naskirin. Lê ew îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, ku hebûna kurdan înkar dikirin, digotin “kurd jî, tirk in”, encama têkoşîna gelê kurd îflas kiriye û di vê merheleyê de jî, tuneqebûlkirina kurdan di çarçeweya konsepteke nû de tê meşandin.

Li aliyekî bi kurdî televîzyon û radyo, li zanîngehan beşa kurdologî û perwerdeyî ya sînorkirî ava dibin, li aliyê din ji bona van karan bingeheke hiqûqî nayê avairin; îradeya kurdan di van karûbaran de xwediyê qedir û qiymetekê nîne.

Ez dikarim bibêjim, ku Komara Tirkiyeyê di pirsa kurd de gorî şertên sedsala 21-an û globalîzmê, gorî xwe konsepteke nû ava dike. Armanca vê konseptê ew e, ku kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin; li Kurdistanê dawiya desthilatdariya neteweya tirk û dewleta wan dawî nebe.

Li Bakurê Kurdistanê, li hemberî Komara Tirkiyeyê têkoşîneke çekdar, sivîl û siyasî dom dike. Mixalefet ji mejî û konsepta siyasî ya dema şer xelas nebûye. Dîsa mixalefeta kurd ji statejiyeke hevbeş jî bêpar e.

Li Rojhilata Kurdistanê, her çiqas Kurdistan ji aliyê îdarî de wek eyalet jî tê pejirandin, desthilatdariya kurdan li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hiqûqî de nayê pejirandin. Neteweya kurd, ji mafên neteweyî yên bingehî û desthilatdarî bêpar e. Ew mafên çandî û çapemenî yên hebûn jî, di ev merhelaya dawî de hatin sînor kirin û mafê perwedeyî ya kurdî hat qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê zulmeke mezin dom dike. Her rojê kurdperwerek tê daleqandin û îdam kirin.

Li hemberî Dewleta Îranê mixalefeteke xurt ya kurdan ku bi babeta çekdar, sivîl û siyasî heye. Tevgera kurd xwediyê stratejiyeke hevbeş e.

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, gelê kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, desthilatdarî bêpar e. Li Suriyeyê dîktatoriya baaasî ya faşîst û elewiyan heye. Zulmeke mezin li Kurdistanê dom dike.

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, ji sala 1957-an vir ve mixalefet û têkoşîneke gelek xurt heye. Ev têkoşîna di 12-ê Adara 2004-an de gihîşte merheleya serîhildaneke sivîl. Encama vê serîhildan û bêîtaatkariya sivîl gelek kurdperwer hatin kuştin. Nûha jî li hemberî hikumeta merkezî ya baasê têkoşîna neteweya kurd pêş dikeve.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera kurd, xwediyê stratejiyeke hevbeş e.

Divê çi bê kirin?
Divê Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê di Newroza 2009-an de, xwe jinûve terîf bikin û senaryayo xwe jinûve binivîsinin û fireh û kûr bikin. Dewletê kolonyalîst û siyaseta wan ya vê merheleyê baş nas bikin.

Di van demên dawî de Konferansa Kurd ya tê minaqeşe kirin, divê ji bona projeyeke çareserî ya tevayî bi kar bê anîn. Berjewendiya giştî ya kurd ji bona ku li Rojhilata Navîn û li her dewleteke kolonyalîst bê parastin helwesteke hevbeş bê diyar kirin. Pirsgirêkên heyî gorî pîvanên edaletê, wekheviyê, pîvanên demokrasiyê bên çareser kirin. Divê kurd ji çand û awayên xebatê ya dema şer, ji modela rêxistinî yên otorîter xelas bibin. Tevgera Kurdistanê demokratîze û nûjen bibe.

Divê em bi vê şuurê Newroza xwe pîroz bikin. Ez, Newroza hemû hemwelatiyên Kurdistanê û mirovatiyê pîroz dikim. Ez hêvîdar im, Newroza 20909an jî, ji bona pêşketina Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê bibe wesîleyekê.

31-Ê ADARA 1947-AN: ÎDAMKIRINA QADÎ MIHEMED û SEDRÎ QADî Û SEYFî QADî…

Kurdistan di sala 1639-an de encama Peymana Qesrî Şêrîn, di navbeyna Împaratariya Osmanî û Farisî de parve bû. Ev dubeşiya Kurdistanê, heta şerê cîhanî ya yekem domand, împaratorıya Osmanî şer wenda kir. Encama Peymana Sewrê biryar hat girtin ku di çarçeveke teng de be jî Kurdistan û Ermanîstan ava bibe. Hezar mixabin, şertên vê peymanê girêdayî berjewendiyên dewletên mezin û emperyal pêk nehat, Kurdistan di sala 1923-an de encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Dewleta Suriyeyê û Iraqê jî, li cem Tirkiyeyê û Îranê bûn desthilatdarên Kurdistanê.

Piştî Peymana Lozanê ji bona ku neteweya kurd azadî û rizgariya xwe qezenç bike, li bakurê Kurdistanê û li başurê Kurdistanê bi dehan salan li ber xwe dan, serîhildan pêk anîn, li hemberî dewleta tirk û Iraqê şer domandin.
Li Rojhilata Kurdistanê jî, neteweya kurd teslîmî sîstema kolonyalîst û dîktatorî nebû. Ji bona mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921-an de li jêr rêberiya leheng Îsmaîl Axayê Simko serîhildanê dest pê kir. Şervan Simko di demeke kurt de hemû rojhilata Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin bi fen û xapandina dewleta Îranê, Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hat sêdarkirin/daleqandin. Piştî Simko Axa, li Rojhilata Kurdistanê zilum û zordariyê heta sala 1940-î dom kir. Lê xebata neteweyî jî her berdewam kir.

Wek tê zanîn wê demê jî bajarê şêrîn Mehabad bû navendiya nasyonalîzm û çanda kurd. Di sala 1942-an de nasyonalîstên kurd, di şertên awarte yên Îranê de Komeleya Jiyanewe ya Kurd (KOMELE) damezirandin: Pêwendiya vê Komeleyê û Komeleya îro ya li Rojhilata Kurdistanê bi organikî tune ye.. KOMELE, ji aliyên entellektûel û bajariyên bijarte de hat ava kirin. Komeleyê, armanc û ramana xwe ya nîhaî, hevbeşkirin û yekîtiya Kurdistanê diyar kiribû.

Komeleyê ji bo rojhilata Kurdistanê armanca xwe wusa diyar kiribû: 1) Li herêma Kurdistanê divê zimanê kurdî, di qada perwerderkirinê û îdarî û qazayî de bibe fermî. 2) Divê berpirsiyarên dewletê yên li herêma Kurdistanê kurd bin. 3) Dewlemendî û hatina Kurdistanê divê li Kurdistanê ji bona dibistanan û nexweşxanan bê serf kirin.
Komeleyê ji derveyî ev daxwaz û armancan, hedefa xwe ya paşeroj jî wek mafwergirtina çarenivisî û xwebixwe îdarekirina neteweya kurd diyar kir. Got ku “dema neteweya kurd qedera xwe girte destê xwe; xwe bi xwe îdare kir, dê bi Farisan re bibe cîraneke baş.”

Piştî Komeleyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK a Îranê) di sala 1945-an de ava bû. PDK a Îranê, di bin pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed de bi piştgira Yekîtiya Sowyetê, Komara Mehabadê ya Kurdistanê ava kir. Li Komara Mehabadê ya Kurdistanê, ji hemû beşên Kurdistanê berpirsên neteweya kurd hebûn. Mele Mistefa Berzanî di avakirina komarê de rolekî girîng lêhîst, bû serokerkanê komarê û wek pêşmergeyekî xizmetî komarê kir û tu dem li hemberî Qazî Mihemed, wek serokekê xwe nîşan neda.

Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed di 22.1.1946-an de li meydana Çarçariyê da xûyakirin ku Komara Mehabadê ya Kurdistanê hatiye damezirandin û li meydanê axiftineke kurdistanî kir.

Komara Kurdistanê, gorî pîvanên demokrasiyeke pêşketî û pîvanên Wîlson, peymana civakî amade kir. Di peymana civakî de sîstemeke sekûler hat pejirandin. Ev yeka ji bo civateke mihafazakar (xweparastî) û edetî û dîndar gelek girîng bû.
Di peymana civakî de, wekheviya jin û mêran, mafên sendîkayî, azadiya fikrî û rêxistinî û baweriyê hatibûn qebûl kirin. Li Komara Kurdistanê ji bona ku hûnera kurd, muzîka kurd, şanoya kurd pêş bikeve xebatên girîng pêk hatin.

Hezar mixabin temena Komara Kurdistanê dirêj nebû. Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî ku dewletên li ser axa Îranê desthilatdarbûn, di nav xwe de ji bo parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin, Komara Kurdistanê ji derveyî peymanê ma. Li îranê statûya kevn hat parastin. Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê, Komara Kurdistanê hat hiweşandin û serokên wê dîl ketin.
Ceribandina Komara Kurdistanê careke din derxist holê ku her dewlet û neteweyek ji bo berjewendiya xwe bi dewlet û neteweyên din re danûstandin dikin.

Pêşawayê kurd Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20-21.12.1946-an de dîl ketin. Dîlketina wan, neteweya kurd li rojhilata Kurdistanê ji qetlîema dewleta Îranê xelas nekir. Lewra tê zanîn ku ji bona ku neteweya kurd naye qetilkirin, serokên Komara Mehabadê, her çiqas Mele Mistefa Berzanî xwast ku ew jî ji welêt derkevin, bi gelê xwe re man û dîlketin.

Serokên Komara Mehabadê ya Kurdistanê, di dadgehê de mafên neteweya kurd: Bi mêranî, bi cesereteke medenî, neteweperestî, wek berpirsiyariya xwe ya serokatiyê parastin. Hemû tewanbariyên dewletê yên ne rast û ne hiquqî red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgehê rawestiyan.

Pêşawayê neteweya kurd Qazî Mihemed, li hemberî dadgehê Mele Mistefa Berzanî û malbata Barzaniyan re jî xwedî derket û ew parastin.

Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî encama dadgehkirina awarte û gelek kurt, di 31.3.1947-an de li Meydana Çarçirayê hatin îdam kirin.

Bi îdama ew serokan, ji bo rojhilata Kurdistanê demek hat girtin, demeke nû, dema zulm û zordarî û tarî dest pê kir.

Ev dema tarî, di sala 1968-an de û di sala 1979-an de bi serî hildanên neteweyî hat ronî kirin. Îro jî ew berxwedan û têkoşîna neteweya kurd li Rojhilata Kurdistanê dom dike û xwediyê mewziyên gelek girîng e.

Amed, 14. 03. 2013

Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

 

Nerîna min :