Polîtîk
PKK di meha 7 de hêzên xwe vedikişîne
Rojnemvanê tirk Cengiz Çandar di daxuyaniyekê de li ser pirosesa aşitiyê ji rojnameya Taraf a tirkî re dibêje ku, PKKê dê piştî Newrozê çalakiyên leşkerî rawestîne û meha 7 jî dê xwe ji axa Tirkiyeyê paşde vekişîne:
– PKK piştî 21 adarê dawiyê bi çalakiyên xwe yên leşkerî tîne û heta meha 7 yan 8 jî hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne.
– Li Tirkiyeyê jî pêwîste sîstema siyasî bê guhertin daku, PKK bikaribe siyasetê bike. Eger ev pilan cîbicî bû, êdî PKK li şûna li çiya şer bike, dê li bajaran siyasetê bike.
Çandar di berdewamiya axavtina xwe de ji Tarafê re dibêje ku, nuha Erdogan û Ocalan li ser modeleke nû bo Tirkiyeyê difikirin ku, di wê sîstemê de kurd jî di hikûmdariyê de şirîk be.