Di van rojan de nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar li Bakûrê Kurdistanê dest bi dana rêzeyek semîner kiriye. Tê payîn ku wê ev semîner li çend bajaran bêtin dayîn, weke Çewlik (Bîngol), Sêrtê, Batman, Diyarbekir û Stenbolê.
Semînera Zinarî ya pêşî (12.03.203) li Zanîngeha Çewlikê dest pê kir.
Îro Zinarî du semîner li Çewlikê dane. Yek li salona Zanîngehê bû ku piraniya beşdaran profesor, doçent, mamosteyan û xwendekarên lîsansê bûn. Semînera duyam jî, li salona xwendekarên Lîsansa Beşa Kurmancî bû.
Axaftina Zeynelabidin Zinar bi giranî li ser Zimanê Kurdî û zaravayên wî, Folklora Kurdî û Medreseya Kurdî çêbûye.
Rojeva Kurd van rêzesemîneran dişopîne û kîjan semîner li kurê dema were dayîn, dê biweşîne.
13/ 03/ 2013
Rojeva Kurd/Bingol