Polîtîk

Parlamentoya İraqê bê kurda budceya sala 2013ê pesind kir

Parlamentoya İraqê di civîna xwe ya îro roja 07.03.2013ê de, bê beşdariya firasyonên kurda, budceya sala 2013ê a hikûmeta İraqê pesind kir.

Parlamenterên kurd yên parlamentoya İraqê, ji hemû partiyên Kurdistanê, boykota civîna îro ya parlamentoya İraqê ya taybet bi minaqeşekirina budceya sala 2013, boykot kir û daxwaz ji parlamentoya İraqê kir ku, civîna minaqeşekirina budceyê bo demek din texîr bike heta ku hemû aliyên siyasiyên kurdî û Îraqî li ser hemû bend û madeyên reşnivîsa qanûna budceyê li hev bikin,  paşî ji bo dengdanê bibin parlamentoyê, le ev daxwaza kurdan ji aliyê hin aliyên ereb û bi taybetî hevpeymaniya Niştimanî a bi serokatiya Nurî malikî hat red kirin, civînê dest pê kir û bi dengên 168 perlamenteran budecya sala 2013ê a hikûmeta îraqê bê dengên kurdan hat qebûl kirin.

Nerazîbûna kurdan li ser bidceya İraqê li ser du madeyên sereke bû:

  1. 1- Budceya peşmergeyê Kurdistanê
  2. 2- Budceya heqdestê kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin

Budceya sala 2013ê ya İraqê 138 tirlyon û 426 milyar û 608 milyon dînar e û 17% ji wê budceyê bi herêma Kurdistanê ye.

Back to top button