Rezoyê Osê
ASêyemîn salvegera koçkirina reweşnbîr û nivîskarê Kurd Rezoyê OSÊ
Mîna vê rojê berî sê salan, ango roja 4ê Avdara sala 2010an, rewşenbîrê Kurd ê navdar, endamê desteya kovara PIRSê, piştî berxwedan û kêferata salekê bi nexweşiya penceşêra malmîrat re ji nav me bar kir û em di nava kul û xemgîniyeke giran de hiştin.
Kekê me yê gorbuhuşt Rezo, piraniya jiyana xwe ji ziman, wêje û toreya kurdî re terxandibû. Berî 40 salî, di rojên reş û tarî de, rojên tirsê de, ewî xweşmêrê payebilind zend û bendên xwe vemaltine, bi wêrekî pirs û ala zimanê Kurdî digel birek rewşenbîr û welatparêzên bîrewer hildaye, kar û xebat ji bo parastin û hînkirina zimanê Kurdî yê şêrîn bi hişekî vekirî û dilekî germ, bi vên û bawerî kiriye, barê giran hildaye ser milan û bi erkên xwe yên netewî û kurdheziyê rabûye. Wî, beşdarî di derçûna kovara Kurdî STÊR de kiriye û di girêbenda Kawa ya rewşenbîriyê de cî girtiye, û li sala 1992an, bûye yek ji hîmdarên kovara kurdî PIRS û wî 18 salan, ango ta roja dawîn a jiyana xwe tê de kar û xebata rewşebîrî kiriye. Ji bilî xebata di kovaran de, wî bi sedê lêkolîn û gotarên cûr bi cûr bi zimanê Kurdî weşandine û gelek destnivîsên nirxdar li şûn xwe hiştine.
Di vê bîranîna diltezîn de, em kekê xwe Rezo yê rewşenbîr, nivîskar û hişmend bibîr tînin, me dixwest ku îro ew jî di nav me de ba, wî jî bi me re asoyên azadî û serbestiya zimanê Kurdî bi çavên xwe bidîta û dilê wî yê mirovhez pê şa bûba..Lê, mixabin felekê derfet neda..
Di desteya kovara PIRSê de, em li ser rê û baweriyên hevalê xwe Rezoyê Osê berdewam in û em di wê baweriyê de ne ku paşeroj ji doza gelê me ya dadmend re ye, ji aştî, azadî û wekheviyê re ye, ji geşbûn û pêşveçûna zimanê Kurdî re ye.
Li dawiyê, bi rêzgirtin, em gurzek gul û kulîlk li ber serê rêheval û nivîskarê xwe yê payebilind datînin û jê re dibêjin:”Em xebata û cefakêşiya te ji bîr nakin!!.”.
04.03.2013
Desteya Kovara PIRSê
[email protected]