Di van rojê dawî de kanala zagros TV gelek sekretêrê partiye kurd ye Rojava kirine mêvan bi rastî gelekî kenê min bi wan tê û ji alîkî jî dilê min bi wan di şewite.
Li ser pirsekê go hama ji hemo mêvanê programa ARKl tê pirsîn ji aliye berêz Bahzad Mîran pêşkêşvanê programê ku ji mêvana pirs dike ka we çi ji şoreşa suryê kirye û ma we çi ji miletê kurdre li Rojava pêşkêş kirye? Ma gelo çend hevalê we yan jî endamê partiya we hene?
Ev bûye pirsek sereke ( ev pirs dadgehêAlmanya ye penaberye tîne bîra min dema ku ji me di pirsîn hûn çilo gihiştin Aalmanya û go hun vegerin welatê xwe we çi bê serê we ma wê rêjîm çi sûncî li we bibire ez bahwerim berseva hemo penabera yek bu )
Ev jî îro berseva hemo sekretêra ye tev di bên em partiya herî mezinin û em dayka partiye Rojava ne û hevalê me di yekemîn roj de li kolana bûn hama em karin bêjin em bavê şoreşe ne û hevalê me çekdarin û vek din…
Îca divêm ku ji zagros TV re bêjim û bi taybet berêz Bahzad kekê hêja pêşinyar dikim ku hun bi yek carê sekretêrê hemo partiye rojava yên bi ard û ser ard bînin û vê pirsê ji teva bike bila di riwê hevde berseva te û ya me bidin.
Ji ber em jî bi hêvîne ku em bersevek zelal bibhîzin lê şîreta min kekê hêja ku we ew xistin riwê hev xwe ji nav wan bid alî hey me ew hunda kirne bila em rojnemevanekî mîna we hunda nekin.
Bahwer bikin ez jî nizanim bê hun va sekretêra çilo peyda dikin û hun wan ji ku derdixin.
Xûrşîd Xelîl
[email protected]
[email protected]