Şivan Perwer
Stranbêj, dengbêj, hunermend xemla wêje, çand, huner û bi tomerî dîroka gelanda kesayetên balkêşin. Şivan Perwar jîna meda ne ku tenê wek dengbêj û stranbêjekî baldar tê naskirin. Ew wisa jî bi efrandarîya xweva, dengê xweva bangdêrekî meydana serhildanêye, hunermendekî şoreşgere, ruhê xweva ronakbîr û mîlîtanekî azayêye hêjaye.
Dengê wî, avaza wî kurd di ruhekî şoreşgerîda, ruhekî gelêrîda perwerda kir, raperîna kurdada roleke mezin leyîst û dileyze, ji bo têgîhandinê hêlana dide gel. Kurda Şivan Perwer bihîstî-bihîstî bûne welatparêz. Bi giştî gelê kurd îro perestîşkarê Şivanê Perwere.
Belê Şivan P. ji bo gelê kurd di warê welatparêzîyêda perwerdegîrekî bêhempaye.
Hunermend ên mezin ji bo gel dibistana menewî- neteweyîne. Mirovên bi talant ên têgêhîştî ji bo gelan serveta netewin. Şivan Perwer ji bo gelê kurd dewlemendîke gelêrîye-menewîye.
Ên ku dîrok, wêje, çanda gelê xwe nizanin nikarin bibin welatparêz. Şivan P. berî her tiştî hunermendekî welatparêz û pêşengê hunera kurda a hemdemîye. Dengê wî, avaza wî gelê kurd rakir berbi serhildanê defda, hêlana dide milyona.
Şivan P. hem jî pira dostanîya mirovan û gelane, hunermendekî bêynelmîlele.
Ruhê hunera wîda felsefa jîyana kurd heye, di hêla menewîda teyaxa gelê kurde, hertim moralê dide gel. Ji dengê wî, axaftina wî, avaza wî , merîfeta wî têr nabin. Şivan Perwer temam bi hunera xweva xezna gelê kurde.
Gel ewladê xwe digîhîne ku bi nave wîva were naskirinê , gel lawên xwe hêja vedijîne derbazî dîrokê dike. Ş. P. rûpelekî dîroka çand û hunera kurde, bang û hêlana serhildana KURDISTANÊYE. Dengê wî hewara azadîya mîlyonaye, dengê tembûra wî nîşana cesareta serkeftinêye, hewildana raperîna gelê kurde. Navê Şivanê Perwer nasnama salnama hunera kurd a welatparêzîya saxleme, hunera wî şerefa dîroka şoreşa hunera Kurdistanêye…
Bêwar Barî Teyfurî