Pêwendiyên me Kurdan re başin lê dostên me acizin

Serokkomarê Tirkiye di bernameyek ya CNN Turk de behsa rewşa siyasî û herweha behsa pêwendiyên Tirkiye û Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir. Gul got: Dema pêwendiyên me li gel kurdên Iraqê ne başbûn, dostên me dogotin “ Divê pêwendiyên we başbin“ lê dema pêwendiyên me baş bûn dostên me aciz dibin.

Li ser pêwendiyên Enqere û Bexdayê pirsek ji Gul hate kirin. Li ser vê pirsê Gul behsa siyaseta Tirkiye ya Iraqê kir û got: Tirkiye  yekitiya Iraqê diparêze. Me civîna “ Welatên Cîranê Iraqê“ pêkanî. Gul da xuyakirin ku armanca wan ji vê civînê ew bû ku rê nedin bi tu awayî parçebûnek li Iraqê çêbibe.

Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul di derbarê pêwendiyên Tirkiye, Iraqê û Kurdistana Başûr de got: Rewşek halê xerîb heye. Berê dema pêwendiyên me li gel kurdên Iraqê , Bakurê Iraqê ne baş bûn, dostên me ji mere digotin,“ bila pêwendiyên we li gel Kurdan başbin hayê we ji vê yekê hebê“. Niha dema ku pêwendiyên me li gel wan başin dostên me aciz dibin. Di vê pirsê de leyistikek heye.

Berdewamiya axavtina xwe de Gul got: Bexda ji bo me girîng e. Em nayên leyiztikan. Dema em yekitiya Iraqê biparêzin û pêwendiyên me li gel Bexdayê aloz bin, hinge em têne leyiztikê. Ji bo vê tu tercîhek me bi vî awayî tuneye. Pêwendiyên me û Bexdayê ne alozin.

Lê mixabin îdara Bexdayê li dijê Tirkiye gotinan dibêje. Di televizyonan de vekirî li dijê Tirkiye axvtina dikin. Bê goman ev mirov xemgîn dike. Em jî nikarin tehemûla vê yekê bikin. Mimkine fikrên cuda hebin û mirov li ser vê biaxêve, lê di televizyonan de vekirî dijê me tiştan bêjin ev dibe sedema sarbûnekî. Di hinek pirsan de tiştên ku em pê aciz bibin kirin. Ji bo vê biçekî nexweşî di navbera me de heye.

Rojeva Kurd

Nerîna min :