Serbilndayî ev e
Îro jî bi dîplomasiya navdewletê ya Barzaniyan û bi taybetî ya serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî kurd berbi dewleteke serbi xwe gavên lezgîn davêje…
Bûbê Eser
Niha em û hûn gelek baş têdigihêjin ku xebat û tekoşîna sed salane ku îro serê me di nava alema cîhanê de bilind de, gihiştiye qonaxa serxwebûnê. Heger ne ev tekoşîn û berxwedana Barzaniyan ya bê rawestandin ji bona azadî û sexwebûna Kurdistanê ba, helbet wê îro rêvebirên wî welatê jî dê di dawiya xebatên wê tekoşîna li ser rêbaza Barzaniyê nemir ya ku bê rawestandin hatibû domandin, wê serê wan û gelê kurd jî di qada navneteweyî de wê îro ne bilind ba.
Min gelek caran gotiye û nivîsiye ku êdî kurd dibin dewleteke serbixwe û wê êdî tu kes, hêz û qawet dê nikaribin pêşî li vê bigirin. Dema em li pêywendî û diyaloga nava rêvebirên û bi taybetî ya Barzaniyan û cîhanê dinerin, vê pir vekirî û rehet dibînin ku bê ji bona Kurdistaneke serbixwe Barzanî çawa û bi çi rengî diyalogê dimeşînin.
Heger ne ji xaîn û xwefiroşîn me xwe bi xwe bana niha zûde ew daxwaza sed salan pêk hatibûya. Lê dîsa jî divê em spasî Barzaniyan bikin ku camêran bi sebir û sikûnet di vê rêya dirêj de teslîm nebin û her ji bona berjewendiya gelê xwe di nava tekoşîn û hewldanên azadiya gel de xebatên bê hempa domandin û didomînin.
Dor hatiye ku êdî em jî weke miletê kurd fêkî û berhemên sed salan ji bona gelê xwe û ji bona xwe bi kar bînin. Ji ber vê jî pêwîste ku em weke milet, weke xelkekî bindest ku em ê azadiyê bibînin û dîtine. Divê em jî bi hemî hêz û qaweta xwe ji bona Kurdistaneke xweştirîn, azad û serbixwe li ba Barzaniyan bin û piştgirê wan bin.
Ji roja ewil de ku Barzaniyan dest bi tekoşîna azadiya gelê xwe kirin. Daxwaz û hedefa wan ew bû ku ji bona me kurdan kurdistaneke azad û serbixwe damezrînin, bû.
Lê azadî û serxwebûna Kurdistanê jî ne weha rehet e. Rewşa Kurdistanê ne weke tu milet û gelên kolonî ne. Ji ber ku Kurdistan kirine çar perçe û her perçak li gor çand û baweriya dagirkerên xwe hatine û têne perwerdekirin. Loma zehmete ku mirov kurdan dîsa weke kurd bide nasîn.
Bi rê û rêbazên asîmlasyona ku dagirkeran kirine û dikin, kurdan ji qalibê wan, ji hêjayî û çanda wan bi dûr dixîne. Dema gelê kolonî ji çand û hêjayiyên xwe bi dûr bikevin, aha di wê demê ew milet jî ji hebûna xwe dûr dikevin.
Ji roja dabeşkirina Kurdistanê di nava çar dagirkerên devbixwîn û heta niha li dij vê tekoşîna kurdan jî ne sekinî ye. Lê hemî têk çûn bi vê têkçûnê de tu nema bû kurd êdî nemînin. Lê bi tekoşîn û berxwedana Barzaniyan kurd her man û wê her bimînin.
Barzaniyan bi saya wê tekoşîn û berxwedana li hember dijmin, kurd weke kurd man. Îro jî bi dîplomasiya navdewletê ya Barzaniyan û bi taybetî ya serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî kurd berbi dewleteke serbi xwe gavên lezgîn davêje.
Êdî divê em û herkes vê baş bizanibin ku Barzanî bûne Kurdistan û Kurdistan jî bûye Barzanî. Loma heta Barzanî hebin bila tirsa tu kesan tune be ku wê Kurdistan têk here.
Spas ji bona dîplomasî û hevdîtinên te yên navneteweyî û bi taybetî jî ya di wan rojên germ Elmanya ku cenabê te dîplonasiyeke germ pêk anî, serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî.