CîhanRojev

Wagner serhildana xwe sekinand û vedigerin baregehên xwe!

Serokê Wagner Prigojin ku şeva borî ala serhildanê ya li dijî Pûtîn vekir, piştî hevdîtina bi Serokdewletê Belarûsya Lûkaşenko re li ser axa Rûsyayê pêşveçûna xwe rawestand û got, “Ji bo xwîn nerije em vedigerin baregehên xwe.”

Serhildana ku ji aliyê koma Wagner a ji çeteyên Rûs pêk dihat dest pê kir, 24 saetan dewam kir. Serokê Belarûs Alexander Lukashenko bi erêkirina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêberê Wagner Prigojin re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê Prigojin pêşniyara Lukashenko ya ‘pêşveçûna Wagner a li ser axa Rûsyayê rawestîne’ qebûl kir.


Li gor daxuyaniya çapemeniya Lukaşenko, di danûstandinên ku rojekê dom kirin de, li hevhatinek çêbû. Li gora vê li hevhatinê ewlehiya hêzên Wagner hatiye garantî kirin. Di vê pêşnûmeyê de gavên din ên ku dikarin ji bo kêmkirina aloziyan werin avêtin jî cih girtine.

Piştî daxuyaniya Serokatiya Belarûsê, Serokê Wagner Prigojin got ku leşkerên wî dê pêşveçûna xwe rawestînin û dest bi vegerê bikin.


Prîgojîn piştî biryarê daxuyanî da û got, “Ji bo xwîn nerije karwanên me vedigerin baregehên xwe. Ji bo xwîn nerije ‘vegerin’. Min emir da. “Em ketin 200 kîlometre dûrî Moskowê berî ku em fermana vegerê bidin,”

NAVENDA NÛÇEYAN JI TELEGRAMÊ
Serokê Wagner Yevgeny Prigojin li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de wiha got: “Xwestin şîrketa Wagner a leşkerî fesih bikin. Ji ber vê yekê em di 23’ê Hezîranê de ketin Meşa Edaletê. Di 24 saetan de em 200 kîlometre nêzî Moskovayê bûn. Di vê demê de xwîn jî ji aliyê şervanên me nehat rijandin. “

Back to top button