
Perwerdekarê Zanîngeha Zaxo Prof. Dr. Şevket Taha Sindî, ji çapemenîyê re anî zimên ku Kurd ji bo paraztina nasname û erdnîgarîya xwe zêdetirî sed salî ye rastî qirkirinê tên û Enfal û Helebçe dijîn. Sindî, behsa rola serkirdayetîya Serok Mesûd Barzanî jî kir û got: “Barzanî şanazîya Kurdan e. Bi saya wî herêm di destên ewle de ye û bi dîplomasîya xwe hatiye van rojan”.
Sindî, diyar kir ku polîtîkayên şaş ên ji Sykes-Picot heta niha li dijî Kurdan tên meşandin gav bi gav veguherîye piştgiriyê û got: “Em wek Kurd îro bi taybet pêwîstîya me bi du tiştan heye; ya yekemîn bi pêşengekî dûrbîn ku ew Serok Mesûd Barzanî ye û mînaka herî berçav e. Ya duyemîn jî Kurd wek gel bi xwe ye ku divê di nava wê de yekîtî pêk bê”.
Sindî, di derbarê berevanîya asmanî û pêwistîya wê jî axivî û bal kişand ser wê yekê ku bêyî sîstemên berevanîya esmanî li erdnîgarîyan ne pêkan e behsa ewlehîyê bê kirin û got: “Pêkanîna vê sîstemê ji herêmê re gelekî girîng û bi nirx e” û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ev îtîrafa hebûna dîrokî ya Herêma Kurdistanê ye. Ev jî wê hebûna hêzên pêşmerge ku di şerê li dijî DAIŞê de bedelên giran dane, bihêztir bike. Ji alîyê din ve, sazkirina pergalê bersivek e. Ev jî bersivek e ji bo wan kesên ku planên qirêj hem li dijî Herêma Kurdistanê hem jî li dijî rêveberîya wê dikin”.


