PolîtîkRojev

Hewlêrek ewle garantîya tevahîya herêmê ye

 

Serokê Lijneya Têkilîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Dr. Rêbwar Babkaye, ​​di derbarê sîstema berevanîya asmanî de ji çapemenîyê re axivî. Babkaye, di wê bawerîyê de ye ku mafê Herêma Kurdistanê – ku beşek ji hevpeymanîya navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê ye- jî heye ku sîstema berevanîya asmanî hebe.

 Babkaye ​​amaje bi wê yekê jî kir, ku Hewlêra ewle ji bo hemû herêmê garantî ye û got: “Ji bo bicîhkirina sîstemên berevanîyê li Herêma Kurdistanê dereng maye”.

Babkaye, ​​bal kişand ser rola Hêzên Pêşmerge ku li gor yasayên navdewletî hatiye avakirin û got: “Qehremanîya Pêşmerge heta niha di bîra me de ye. Wek hevalbendek nêzîk ê Amerîka û Ewropayê, mafê me jî heye ku sîstemek me ya paraztinê hebe, bi taybetî ji bo ewlekarîya herêmê. Hewlêr jî xwedîyê vê yekê ye. Ev yek wê ne tenê ji bo Hewlêrê, wê ji bo ewlekarîya hemû herêmê bibe alîkar”.

 “Wek her kesî mafê me jî heye ku em xwedî lê derkevin” 

Babkaye, ​​bi bîr xist ku Îran û milîsên Heşdî Şeibî yên girêdayî wê di her firsendê de Herêma Kurdistanê dikin hedef û got ku şer guherî, zêdetir teknolojîk bû û got kir: “Teknîkên şer ên kevnar êdî ne girîng in. Niha şer bi ÎHB, SÎHA û fûzeyan tê kirin. Hin milîsên çekdar li Iraqê bi vê teknolojîyê Herêma Kurdistanê dikin armanc. Ji bo paraztina hemwelatî û sivîlên xwe, divê em pêşî li êrîşan bigirin. Ev yek bi hebûna pergalên paraztinê pêkan e. Wek her kesî mafê me jî heye ku em xwedî lê derkevin. Hebûna me wê planên komên çekdar û xerab jî pûç bike. Sîstemên berevanîya hewayî ji bo ewlehîya Kurdistanê pêwîst in”.

 

Back to top button