CîhanRojev

Pûtîn: Ev xiyanet e

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di derbarê serhildana Artêşa Wagner de axivî û got: “Tiştê ku em pê re rû bi rû dimînin xiyanet e. Armancên zêde û berjewendîperest bûn sedema xiyaneta li dijî welêt û gel”.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku çalakîya Wagner “serhildanek çekdarî” ye û got: “Hemû sûcdarên ku hewl bidin serhildana çekdarî pêk bînin, organîze bikin, serî li rêbazên şantaj û terorê bidin, bêguman wê bên cezakirin”. Pûtîn ji ber krîza şîrketa ewlekarîya Rûsî ya Wagner xîtabî gel kir. Pûtîn diyar kir ku bi şev ji her alî ve bi fermandaran re krîza Wagnerê nîqaş kiriye. Pûtîn diyar kir ku şervanên Wagner “bi naverokek sûcdar a giran û serhildanek çekdarî ve hatine tawanbarkirin”.

Pûtîn, bal kişand ku Rûsya ji bo pêşeroja xwe têkoşînek pir dijwar dimeşîne û got: “Hema hema hemû makîneya leşkerî, aborî û agahdarî ya rojava li dijî me ye. Ji bo jiyan û ewlehîya gelê me, serwerî û serxwebûna me divê em li Rûsyaya xwedî dîroka hezar salî xwedî derkevin û wiha got: “Em ji bo bi Rûsyayê re bimînin têdikoşin. Ev têkoşîna ku çarenûsa gelê me tê diyarkirin pêwîstî bi yekîtî, yekbûn û berpirsyarîya hêza me heye. Pevçûnên ku me lawaz dikin dijminên me yên derve dikarin wan bikar bînin da ku me ji hundir ve parçe bikin”. Pûtîn, diyar kir ku krîza Wagner wek “hewldana parçekirina civakê” û “xincerlêdana pişta gel” e û wiha got: “Ji ber vê yekê ev kiryarên ku yekîtîya me parçe dike, dev ji gel û hevalên wan ên leşkerî yên li ser xeta şer berdidin. Ev yek welat û gelê me gulebaran dike”.

Pûtîn, bal kişand ku welatê wî di sala 1917an de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi heman awayî hat xistin û got ku di vî şerî de serkeftin ji Rûsyayê hat dizîn û got:

“Xebat, berjewendîyên siyasî yên li pişt artêş û gel, bû sedema têkdana herî mezin, hilweşandina artêş û dewletê, windakirina herêmên berfireh û trajedîya şerê navxweyî. Rûsyayê birayê xwe kuşt. Maceraperestên siyasî û hêzên derve welat parçe kirin û parve kirin. Emê carek din nehêlin Rûsya parçe bibe. Emê gelê xwe ji xiyaneta navxweyî biparêzin. Rewşa ku em îro pê re rû bi rû ne, xiyanet e. Armanc û berjewendîyên şexsî bûne sedema xiyaneta li welêt û gel”.

Back to top button