
Damezrînerê Wagner, Yevgeny Prigojin, artêşa Rûsyayê bi êrîşa ser Wagner tawanbar kir û îdîa kir ku wan ji bo bersivê çalakî pêk anîne.
Ev demek e di navbera Wezareta Berevanîya Rûsyayê û Şîrketa Leşgirî Wagner de nakokî û pirsgirêk hene. Serokê Wagner gelek caran rexne li wezaretê û siyaseta Pûtîn kiriye û nerazîbûna xwe nîşan daye. Bûyer û serhildana vê dawîyê wek “ darbeya leşgirî ” tê nirxandin û di çapemenîya cîhanê de cîhekî berfireh girt.
Piştî ku Yevgeniy Prigojin, damezrînerê şîrketa ewlekarî ya Rûsî Wagner, artêşa Rûsyayê bi êrîşa li dijî Wagner tawanbar kir û gefa tolhildanê xwar, Servîsa Ewlekarîya Federal a welêt (FSB) bi sûcdarîya “serhildana çekdarî” doz vekir. Prigojin di daxuyanîya xwe ya li ser kanala xwe ya Telegramê de îdîa kir ku artêşa Rûsyayê êrîşî kampên Wagner kiriye. Prîgojîn, anî zimên ku Wezareta Paraztina Rûsyayê Wagner xapandiye û xwestiye wî tasfiye bike. Prigojin got, “Em amade ne ku tawîzan bidin Wezareta Paraztina Rûsyayê, çekên xwe radest bikin û ji bo ku em di pêşerojê de welatê xwe çawa biparêzin”. Prigojin bal kişand ku Wagner wê bersiva vê yekê bide û wiha dewam kir: “Meclîsa Wagner biryar da. Divê dawî li xirabîya rêveberîya leşkerî ya welatê me bê. Îro kesên ku zilamên me qetil kirin û bûn sedema mirina bi deh hezaran leşkerên Rûsyayê wê bên cezakirin. Ez bang li her kesî dikim ku li dijî vê yekê derkevin. Her kesê ku em rastî wan bên emê wek tehdîd bihesibînin û di cîh de wan tune bikin. Hewl nedin rê li ber me bigirin. Paşê emê dîsa vegerin enîyê û paraztina welatê xwe bikin. 25 hezar gelê me hene û emê kaosa li welêt çareser bikin, hêza me ya taktîkî û stratejîk a 25 hezar kesî li bendê ye. Ez bang li her kesî dikim ku tev li me bibin, ev ne darbeya leşkerî ye. Derbeya “Operasyonek edaletê ye. Çalakîyên me artêşê asteng nakin. Gelek leşkerên Rûsyayê piştgirîyê didin me. Peyamên piştgiriyê didin me”.
Bi îdiaya ku Wezîrê Paraztinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu “ji bo operasyona tunekirina Wagner hat herêma Rostovê û ji bo vê yekê top û hêzên hewayî bi kar anî”, Prigojin îdîa kir ku cesedên zêdetirî 2,000 leşkerên Rûs ên di şer de mirine hatine dîtin. Wezareta Paraztina Rûsyayê ev êrîş red kir. Di daxuyanîya Wezareta Paraztina Rûsyayê de hat ragihandin ku dîmenên li ser medyaya civakî yên li ser kampên Wagner “sexte” û “provokasyon” in. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê bûyerê de hatiye agahdarkirin û di vî warî de tedbîrên pêwîst hatine girtin.
FSB ket dewrê
Di daxuyanîya Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê ya Netewî ya Rûsyayê de hat destnîşankirin ku gotinên Prîgojîn ne rast in û wiha hat gotin, “FSB li dijî banga serhildana çekdarî doz vekir. Em daxwaz dikin ku demildest dawî li kiryarên ne rewa bên”. Li Moskowayê tedbîrên ewlehîyê zêde bûn
Ji ber krîza di navbera dewleta Rûsyayê û şîrketa ewlekarîyê Wagner de, li Moskowayê tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin. Li gor nûçeyên ku di çapemenîya Rûsyayê de cîh digirin, hemû tesîsên girîng, sazîyên hikûmetê û sazîyên binesaziya veguhestinê yên li Moskowayê di bin paraztineke xurt de ne. Li ser medyaya civakî dîmenên hebûna wesayîtên leşkerî li kolanên Moskoqayê tên parvekirin.
“Em ê heta dawîyê biçin”
Damezrênerê Wagnerê Yevgeny Prigojin li dijî Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu îdia kir ku koma wî ya çekdar ji Ukraynayê sînor derbas kiriye û ketiye nav axa Rûsyayê. Di qeyda deng a Prigojin ede ku li ser kanalên Telegramê hatiye parvekirin ev gotin cih girtine: “Niha me li her derê sînor derbas kir. Hêzên sînor şervanên me hembêz kirin. Em niha dikevin Rostovê. Leşkerên ku ji alîyê Wezareta Parastinê ve ji bo astengkirina me hatine şandin, ji rê derkevin. Em bi zarokan re şer nakin. Em zarokan nakujin. Şoygu ew kujtine, bêyî ku bên perwerdekirin ew avêtine enîyê”.
Di vê derbarê de Servîsa Ewlekarîya Federal a Rûsyayê (FSB) bang li endamên şîrketa ewlekarîya Rûsyayê Wagner kir ku damezrînerê şirketê Yevgeny Prigojin bigirin. FSB di daxuyanîya xwe de got ku daxuyanî û kiryarên Prigojin “banga destpêkirina şerê çekdarî ye”.