Endamê berê yê Kongreya Amerîkî Trent Franks, ragihand ku heger senato pesend bike, wê Serokê Amerîkayê Joe Biden radestkirina sîstema berevanîya asmanî ji bo Herêma Kurdistanê red neke.

Endamê Kongre yê Komarî Don Bacon ji Meclîsa Nûneran a Amerîkayê pêşniyar kir ku li dijî êrîşên balafirên bêmirov û mûşekî sîstema berevanîya hewayî ji Hêzên Pêşmerge re bê dayîn.

Bacon li ser Twitterê amaje bi wê yekê kir ku armanca pêşniyara wî “alîkarîya Kurdên Iraqê bike ku berevanîya esmanî ya baştir li hember berdewamîya êrişên mûşekî û firokeyên bêpîlot ên Îranê hebe”. Çarşema borî Komîteya Xizmetguzarî ya Civata Kongreya Amerîka ew pêşniyaz Don Bacon pejirandibû. Dengdan di dema nîqaşkirina Qanûna Destûrnameya Paraztina Netewî ya sala 2024-an de hat girtin. 

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Piştgirîyek xurt ji her du alîyan ve hatiye dayîn û wê rêveberîya Amerîkayê rê bide ku planek çalakiyê ji bo perwerdekirina pêşmerge û hêzên ewlekarîya Iraqê li dijî êrîşên mûşekî, rokêt û sîstemên bêmirov ên Îranê amade bike û bi cîh bîne”.

 Di vê derbarê de endamê berê yê Kongreyê Trent Franks ji çapemenîyê re  dîtina xwe anî zimên û got ku “heger senato pesend bike, Serokê Amerîkayê Joe Biden radestkirina sîstema berevanîya esmanî ji bo Hêzên Pêşmerge red nake”. Trent Franks herweha got: “Ez hîn jî geşbîn im ku di hemû pêvajoyên alîkarîyê de şansek baş a serketinê heye. “Ji ber ku ew beşek ji NDAA (Qanûna Destûra Paraztina Neteweyî ye, zehmet e ku serok veto bike”. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: