Nivîsar

Kirasê ji êgir: Medya Kurdî

Ger medya Kurdî hebûya wê çi bihata guhertin? Dibe ku di statûya rojnamevanên Kurd yên muxalefetê de guherînek radîkal çênebe, lê rojnamegerîya Kurdî li Tirkîyê ji xetereya tunebûnê xilas bûye.

“Berî ku ez razêm, cara dawîn tiştê ku ez li xwe dikim kontrol dikim. Dibe ku dema ez bêm binçavkirin fersenda lixwekirina cil û bergan nebînim. Her êvar, nîvê şevê,bi îhtîmala ku wê polîs min bigirin dikevim nav nivînê”.

Abdurrahman Gök di civîna ku 24 hevkarên wî yên çapemenîya Kurd hatin binçavkirin de ev gotin anîn zimên. Ew jî di nav wan 11 xebatkarên çapemenîya Kurd yên ku hatin binçavkirin de ye. Û ez ditirsim çîrokên wî ji bo rojnamevanên Kurd “normal” bûbin.

22ê Nîsanê 125 salîya derketina yekemîn rojnameya Kurdî, Rojnameya Kurdistanê bû. Rojnamegerên Kurd vê rojê wek “Roja Rojnamegerîya Kurdî” pîroz dikin. [1] Tevî ku ji her 5 kesên li Tirkîyê dijîn yek Kurd e jî, lê ji 2071 rojnameyên ku tên weşandin tenê yek bi Kurdî ye. Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Xwebûn a hefteyî Alî Ertaş girtî ye û xwedîyê tawîz Kadrî Esen jî doh hatibû binçavkirin.

Di 125 salîya rojnamegerîya me de dewlet li hemberî rojnamegerîya Kurdî xwedî helwestek pir zelal e. Ravekirina vê rewşê li ser asta serokkomar, serokwezîr û wezîran pir hêsan e: “Ne rojnamevan in”, “terorîst in”, “rojnamegerên akredîte ne”, “ew rojnamegerîyê nakin.” propagandayê dikin”. Îcar Kurdên ku derî bi derî diçin û propaganda AK Partîyê dikin, çima xwedî medyayek Kurdî nîn in? Çima medya Kurdî ji bo “Kurdên ne terorîst”, “Kurdên maqûl” qedexe ye? Gelo normal e ku di nav 2071 rojnameyên ku li gor jimareyên TUÎKê tên weşandin de tenê rojnameyek Kurdî hebe?

Ne maqûl e ku Kurdên Ak Partîyê li welatekî ku zêdeyî 2000 rojnameyên bi Tirkî hene, rojnameyek yan sed rojnameyên bi zimanê xwe nexwazin.

Min hevdîtinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan yên li Diyarbekir û Rihayê dişopand. Kurdên ku digotin em bi awayekî pir radîkal piştgirî didin Erdogan, bi zimanê xwe ji kamerayên me re axivîn. Li Amedê ku zêdeyî 20 rojnameyên herêmî hene, rojnameyek ku bi zimanê xwe xwe îfade bikin tuneye. Li gor daneyên RTUKê li Tirkîyê 477 televîzyon li ser asta netewî weşanê dikin. Televîzyona dewletê TRT Kurdî, tekane televizyon e ku nûçeyên bi Kurdî weşanê dike. Ew jî ji bo ku ji rêza “maqûl” dernekeve (an jî ji ber ku neçar dimîne) hin bernameyan bi jêrnivîsa Tirkî diweşîne û li ser hesabên xwe yên medya civakî nivîsên Tirkî parve dike. Li alîyê din kanalên TRT yên ku bi Tirkî, Îngilîzî û Erebî weşanê dikin, tu parvekirin û jêrnivîsa bi zimanekî din nîn e.

Baş e, gelo partîyên opozîsyonê li dijî vê axavtinê xwedîyê gotinek yan tevgerekê ne? Tiştekî berbiçav nîn e. Kurdên ku piştgirîya CHP dikin, malperek bi zimanê xwe jî nîn e. Muxalefeta ku niha vê helwesta xwe nîşan dide, hêvîya pêşerojê nade. Heta dema amadekirina vê nûçeyê, opozîsyonê li hember binçavkirina rojnamevanên Kurd helwest nîşan neda. Rêveberîya ku rojnamegerên ne akredîtasyon wek rojnameger qebûl nake, di dîroka xwe de ji bilî çapemenîya dewletê akredîtasyon nedaye tu kesên ku rojnamegerîya Kurdî dikin. Bi rastî mimkun e di lijneya hilbijartinê de pisporekî ku bi Kurdî biaxive jî tunebe.

Baş e, heger medya Kurdî ya  AK Partî, CHP, DEVA… heta MHP û ÎYÎ Partî jî hebe wê çi bê guhertin? Wê rewşa çapemenîya muxalîf a ku bi Kurdî rojnamegerîyê dike, bigihîje medya ku bi Tirkî rojnamegeriyê dike. Ziman rasterast wek çalakîyek terorîstî nayê dîtin. Dema polîs rojnameyek bi Kurdî dibîne, yekser dest danayne ser. Dibe ku di statûya rojnamevanên Kurd yên muxalefetê de guherînek radîkal çênebe, lê rojnamegerîya Kurdî li Tirkîyê ji xetereya tunebûnê xilas dibe. [1] Li Herêma Kurdistana Iraqê, di 22ê Nîsana 1973an de, 22ê Nîsanê wek “Roja Rojnamevanên Kurd” hat ragihandin, Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî di heman rojê de hat damezrandin.

Murat Bayram

Duvar

Back to top button