CîhanRojev

Nûnerê berê yê Xamineyî li Îranê hat kuştin

 

Hat ragihandin ku nûnerê berê yê Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî Ayetullah Abbas Elî Silêmanî di êrîşek çekdarî de jiyana xwe ji dest daye. 

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku êrîşkar piştî kujtina li Babulsar a parêzgeha Mazenderan a bakurê welêt hat binçavkirin. Silêmanî di Meclîsa Pisporan a 88 kursî de, ku çavdêrî û tayînkirina rêberê bilind ê Îranê dike, kar dikir. Berê nûnerê Xamineyî yê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê bû.

Zahîdan a ku navenda îdarî ya eyaletê ye, yek ji herêmên ku herî zêde xwepêşandanên Mahsa Emînî lê hatibûn kirin. 

Li Îranê, di Nîsana 2022an de, du melayên Şîe li bajarê Meşed ê li bakurê rojhilatê welêt hatibûn kuştin. Hat diyarkirin ku ev êrîş ji alîyê cîhadîyan ve hatiye kirin.

 

Back to top button