Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, roja Înê stratejîya nû ya siyaseta derve ya Rûsyayê îmze kir. Belgeya stratejiya nû, ku Amerîka û Rojava wek neyar (ne dost) û Çîn û Hindistanê jî wek şirîkên sereke yên pêşerojê dibîne, îmze kir.
Di belgeya stratejiyê de wiha hat gotin: “Armanca Federasyona Rûsyayê ew e ku rê li ber bermahîyên serdestîya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din yên ne dost li ser siyaseta cîhanê bigire”.
Gotina “welatên ne dost” ji alîyê Rûsyayê ve, bi taybet li Ewropa û Amerîkaya Bakur, ji bo welatên ku êrîşa Moskova ya li ser Ukraynayê şermezar dikin û ji ber şer cezayan ferz dikin, tê bikaranîn.
Di belgenameya 42 rûpelî de tê gotin ku armanca Rûsyayê ew e ku “ji bo her dewleta ku armancên neo-kolonyal û hegemonîk red dike şert û mercên pêwîst biafirîne”. Rûsyaya ku di raya giştî ya navnetewî de her ku diçe îzole dibe, dixwaze têkilîyên xwe yên siyasî û aborî bi welatên Asya û Afrîka yên wek Çîn û Hindistanê re xurt bike. Di stratejiya nû ya polîtîkaya derve de hat diyarkirin ku Moskova wê têkilîyên xwe yên bi Çîn û Hindistanê re ronî bike û bi “navendên dost û serwer yên hêz û geşepêdana cîhanî” yên li Ewropa û Asyayê re têkilî û hevahengîya xwe kûrtir bike.