Cîhan

Li Enqere ber balyozxana Amerîka teqînek

Îro danê nîvro li Enqere li ber balyozxana Amerîka kesekî xwe teqand.

Tê gotin ku kesê xwe teqandî endamê rexistinek çep a Tirkiye û navê wî jî Ecevit Şanli ye û temenê wî 30 salin.

Piştî teqînê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Li gora agahdariyan heta niha kesê xwe teqandî tenê jiyana xwe ji dest daye.  Lê di rastiyê de di derbarê kuştî û birîndarande agahdariyên zelal tuneye.

Hate diyarkirin ku di nava qada balyozxanê de teqîn pêkhatiye. Di vê derbarê de heta niha tu daxuyaniên bûyerê zelal bike neghatine ragihandin.

Balyozê Amerîka yê Enqerê Francis Ricciardone, daxuyaniyek da û got: Emê li himber terorê li gel Tirkiye hevkariyê bikin. Em dibînin ku cîhan hemû tenkiyê ji terorê dibîne. Ev bûyer bandora xwe li pêwendiyên me û Tirkiye nake.

Back to top button