Piştgirî têr nake, divê daxwaz jî hebin

Xuyaye HDP bêyî ku tiştekî berbiçav ji Kurdan re bixwaze, wê tenê ji bo nîqaşên li ser demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê bi namzetê serokkomarîyê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinê bike. Ji xwe du daxuyanîyên wan de jî wisa xuyaye. HDP çareserîya pirsgirêkan di demokrasîyê û demokratîzekirina Tirkiyê de dibîne. Wê demokrasî û demokratîzekirina dewleta Tirk çawa çêbibe, kengî çêbibe, çend salan bajo, pêk tê yan pêk nayê kes nizane. Belkî qiyamet rabe û dîsa jî dewleta Tirk demokratîze nebe, kes nizane. Me ev fêhm kir.
HUDA PAR serdana Serokkomar Erdogan kir û piştre li Amedê daxuyand ku ewê piştgirîya Erdogan bikin. Di bernama xwe de HUDA PAR ji HDP zêdetir û pêşdetir behsa heq û hiqêqê Kurdan dike û mafên wan diparêze. Baş e, gelo di hevdîtina bi Erdogan re bi gelemperî çi xwest û bi taybet ji Kurdan re çi xwest? Tiştek xwest yan nexwest? Heger xwestibe çi xwestiye û heger ne xwestibe çima piştevanîya Erdogan dike?
HDP bi navê bratîya gelan û enternasyonalîzmê û HUDA PAR jî bi navê ol û ummetê li ser pişta Kurdan siyasetê dikin. Partîyên ku bingeha wê ji sedî 90î zêdetir Kurd bin û di tifaq û hevkarîyan de tiştekî ji bingeha xwe ya Kurd re nexwazin, helbet dibin cihê şik û gumanê.
Li vir divê ew bingeha ku ji sedî 90ê wan Kurd in û hêvî û bahwerîya xwe bi partîya xwe anîne, hesab ji partîya xwe bipirsin û doza mafên xwe lê bikin. Herdu tifaqên dewletê jî hesabên xwe li ser deng û rayên Kurdan dikin. Madem qedera hilbijartinê di destê Kurdan de ye û herdu tifaq jî serketina xwe di deng û rayên Kurdan de (HDP û HUDA PAR) de dibînin, divê Kurd jî li hember deng û rayên xwe tiştekî ji wan bixwazin û li ser hinek xalan li hev bikin. Ev federasyon dibe, fermîyeta çand û zimên dibe, naskirina nasnameyê dibe, çi dibe bela bibe, divê di bazar, tifaq û lihevkirinan de armanc û hedefek hebe.
Nûçe / Analîz


