Cîhan

NY: Iraq li ber qeyranê ye!

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, diyar kir ku Iraq bi qeyrana avê re rû bi rû ye û bang li civaka navnetewî kir ku çareyekê ji pirsgirêkê re bibîne.

Jeanine Hennis-Plasschaert, ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û diyar kir ku konferansa Neteweyên Yekbûyî ya li ser guherîna hewahengîya Iraqê pêk hat û got, “Ji bo çareserkirina kirîza avê divê em bi hev re kar bikin, Iraq bi tenê nikare vê çareser bike”.

Plasschaert, bang li civaka navnetewî kir ku pirsgirêkê çareser bike û diyar kir ku pêwîstiya Iraqê bi alîkariya saziyên navnetewî û welatên cîran heye.

Back to top button