Nivîsar

Hilbijartin, HDP û HUDA PAR

Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye welatekî Rojhilata Navîn e û ne welatekî Ewropî ye ku demokrasî, demokratîzekirin û heq û hiqûqê Kurdan zû bi zû qebûl bike..

Nûrî Çelîk

Hilbijartinên Tirkiyê yên ji bo serokkomar û wekîlên meclîsê di 14ê Gulanê de tên lidarxistin. Dixuye ku ev hilbijartin wê qedera Tirkiyê û qedera Kurdan jî tayîn bike. Her çiqasî ji bo me Kurdan daxwaz û xwestekên li gor dilê me neyên bidestxistin jî, bi kêmanî ji bo pêkhatina demokrasîyek berfireh û sazkirina pergala heq û hiqûkê wê gavek erênî be.

Berberî û pevçûnên ku ji bo hilbijartinê di navbera Tifaqa Komarî (Erdogan) û Tifaqa Millet (Kiliçdaroglu) de germ û xurt bûye, bi xwe re hevdîtin û tifaqên nû jî tîne. Herdu partîyên ku li ser bingeh û bi deng û rayên Kurdan hatine sazkirin, HDP û HUDA PAR, li gor fikir û îdeolojîyên xwe ji xwe re di nava van herdu tifaqan de li cîhekî digerin û cîhê xwe kifş kirine jî. HDP li gor îdeolojîya bratîya gelan û çepîtîyê xwe nêzîkî Tifaqa Millet, û HUDA PAR jî li gor îdeolojîya ummetê cîhê xwe di nava Tifaqa Komerî, ango bi Erdogan re dibîne. Her çiqasî hîna hevdîtinên HDP û Tifaqa Millet , ango Kiliçdaroglu, pêk nehatibe û bazar nehatibin kirin jî, dixuye ku wê HDP li dijî Erdogan û desthilatdarîya wî piştgirîyê bide Kiliçdaroglu. HUDA PARê helwesta xwe eşkere kir û ket nav Tifaqa Komarî ya Erdogan. Herdu tifaq jî hesabê xwe li ser deng û rayên Kurdan dikin û bêyî dengên Kurdan nikarin biserkevin. Ev rastîyek e.

Berî niha Seroka IYI Partîyê Meral Akşener masa 6 qolî terikandibû û rojeva hilbijartinê serûbinê hev kiribû. Piştre Akşener tifa xwe alas, yan jî pê dan alastin û dîsa vegerîya, vegerandin masa 6 qolî. Helbet ev yek bi zanayî, bi şêwr û mişêwra dewletê hat kirin. Akşener wek sîpopa dewletê di masa 6 qolî de cîh girt. Tirsa dewletê ew bû ku heger HDP piştgirîya Tifaqa Millet bike û li ser masê hinek daxwazên Kurdan bên qebûlkirin, Meral Akşener karibe wan daxwazan paşde vegerîna û nehêle Ku daxwazên Kurdan bên qebûlkirin. Yanî, Akşener wek garantora dewletê vegerîya nav Tifaqa Millet. Ji alîyê din, daxwaza ku Meral Akşener ji Serokê Şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokê Şaredarîya Enqerê Mansur Yavaş kir ku bibin namzetê serokkomarîyê, û piştî vegera ser masê ew wek Cîhgirên Serokkomar dan qebûlkirin, cardin hamle û projeya dewletê bi xwe ye. Kemal Kilişdaroglu hem Kurd e, hem Alewî ye. Ji ber vê yekê dewlet bawerîya xwe pê nayne û nizane ka wê Kiliçdaroglu di pêşerojê de çi bide Kurdan û çi ji wan re bike. Ji ber vê, Îmamoglu û Yavaş kirin cîhgirên wî ji bo ev herdu zilamên dewletê wek qeyûm li ser serê Kiliçdaroglu bin û rê nedin wî ku xetên sor yên dewletê derbas bike.

HDP Ji demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê pê ve tiştekî din naxwaze û vê carê jî eşkere kirin ku ewê tiştekî din nexwazin û li ser neaxivin. Demokrasî û demokrastîzekirina Tirkiyê ji wan re esas e û wer bahwerin ku wê her tişt bi demokratîzekirina Tirkiyê û hatina demokrasîyek berfireh safî bibin. Helbet demokrasî û demokratîzekirina Tirkiyê xewn û xeyalek baş e, demokratîzekirin û demokrasîya ku dewleta Tirk jê fêhm dike wek demokrasîya „Rovî û Sûk”ê ye. Rovî çiqasî li sûkê demokrasîyê pêk bîne, wê HDP jî karibe ewqasî demokrasîyê bîne dewletek wek dewleta Tirk. Sûk çiqasî rê bidin rovî, wê dewlet jî ewqasî rê bidin HDP û demokrasîya ku ew dixwaze. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye welatekî Rojhilata Navîn e û ne welatekî Ewropî ye ku demokrasî, demokratîzekirin û heq û hiqûqê Kurdan zû bi zû qebûl bike. Qebûlkirina heq û hiqûqê Kurdan tê wateya mirina dewletê û wê erdhejek ji erdheja Bakurê Kurdistanê xirabtir bîne serê dewletê. Evê rastîyê hem partîyên dewletê û hem jî dewlet bi xwe dizanin. Ji ber vê, li şûna ku HDP bide dû xewn û xeyalên demokrasî û demokratîzekirina dewletê, bi gavên piçûk, bi daxwazên piçûk nêzîkî heq û hiqûqê milletê Kurd bibe belkî bêhtir maqûl be. Wek daxwaz û qebûlkirina zimanê Kurdî, nasname û tiştên din.

Di mesela Kurd û Kurdistanê de bernama HUDA PARê ji bernama HDP pir pêşdetir e. HUDA PAR di bername û programa xwe de ji HDP zêdetir daxwazên Kurdîtîyê dike, behsa federasyon û serxwebûnê dike û zêdetir neyartîya Tirkayetîyê dike. Bi ser vîqasî jî Tifaqa Komarî HUDA PAR qebûlî nav tifaqa xwe kir û HUDA PAR bû parçeyek ji tifaqa Erdogan. Helbet ev yek ne guneh û ne jî qebhet e. Heger HUDA PAR bi daxwazên maqûl bazarî kiribin û karibe ji bo Kurdan hinek daxwazan bi dest bixe, gavek erênî ye. Herweha HDP jî karibe li ser esasê bidestxistina hinek daxwazên demokratîk bi Kiliçdaroglu re rûnê, wê erênî be. Heger ev her du partî dixwazin ji bo Kurdan hinek daxwazan bi dest bixin, dikarin di herdu tifaqan de rola xwe bilîzin û daxwazên xwe li ser wan ferz bikin. Madem serketina partî yan tifaqekê bi daxwaz û bazaran dibe, divê ev herdu partî jî li ser hesabê Kurdan destvala bazaran nekin. Federasyon jî tê de, divê bi wan tifaqan re li ser perwerde û fermîyeta zimanê Kurdî, nasnama Kurdî û gelek daxwazên din yên demokratîk û insanî bisekinin, nîqaş û bazarê bikin. Ne tenê li pişt perdeyan, bi alenî, li qad û meydanan jî êdî eşkere doza mafê milletê Kurd bikin.

Li vir divê bi gelemperî Kurd û bi taybetî jî endam û alîgirên HDP û HUDA PARê zixtê li partî û rêvebirên xwe bikin ku bi wêrekî, bi cesaret daxwazên heq û hiqûqê milletê Kurd bikin û bêdeng nemînin. Divê em zanibin ku bêdengî mirin, bêhelwestî jî kujtina milletê Kurd e.

Back to top button