PDK, YNK û partiyên siyasî li hev kirin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Civaka Dadwerî (Komel) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) piştî civîna xwe ya li YNKê daxuyaniyek hevpar dan.
Di civînê de hat gotin ku biryar e di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de guhertin bên kirin û teqezî li ser wê yekê hat kirin ku mijarên girêdayî Komîsyona Bilind a Hilbijartinan hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de biryarên hatin girtin wiha ne:
*Herêma hilbijartinê wê li gorî parêzgehan bibe 4 par.
* Divê qeydkirina biyometrîk a Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê bi hemû pêdiviyên xwe esas bê girtin.
* Daneyên Wezareta Plandanînê ya Iraqê ji bo diyarkirina rêjeya kursiyên parêzgehan wê bên bikaranîn.
* Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsîna Herêma Kurdistanê ji nû ve tê aktîfkirin.
* Serokatiya Meclîsê û fraksiyonan wê bi nûnerên komînên li hundir û derveyî parlamentoyê re bicivin.


