Zarokên Kurd radestî terîqetan dikin
Hat diyarkirin ku ji 9 zarokên sêwî yên di erdheja Bakurê Kurdistanê de bavên xwe winda kirine û ji Dîlokê (Gazîentabê) anîne Sakaryayê, di Qursa Quranê ya Mescid-Hanife Akın a Mekkeyê (ku girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê ye)bi cîh kirine. Weqfa Xizmetê ya Sakarya nêzîkî Cimaeta Îsmaîlaxa ye.
Li gor agahdariyên ku Deutsche Welle (DW) bi dest xistine, zarokên ku bavên xwe di erdhejê de wenda kirine û bi dayikên xwe re bi tenê û sêwî mane, bi rêya dezgehên dewletê yên wek diyanetê li bajarên din belav dikin, wan zarokan ji dayikên wan diqetînin, wan di weqfên terîqet û cemaetan de bi cîh dikin û bi rêya qursên quranê û qursên olî wan dikin mirîdên wan terîqetan.
Li gor tê gotin, heta niha zêdeyî 39 zarokên Kurd yên mexdûrên erdhejê ji dayikên wan qetandine û li weqfên terîqetan belav kirine
Her çiqasî ev yek di bin nav û perdeya paraztina zarokan de tê kirin jî û rayedar bi vê mahneyê xwe diparêzin jî, delîlên ku hatine bidestxistin zarokên Kurd bi zanebûn radestî van terîqet û cemaetan dikin û wan ji kesayetîya wan dûr dixin.