Civak

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî zû bi hawara me hat

Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlud Yakut di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed de ragihand, welatî wî rastî karesateke mirovî ya gelekî mezin bûye ku tê de zêdetir ji 43 hezar kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 108 hezar kesan birîndar bûn.

Da zanîn jî, piştî vê karesatê zêdetir ji 100 welatên cîhanê ji aliyê mirovî ve alîkarî bi Tirkiyê re kirin, yek ji aliyên her zû destê alîkariyê pêşkêş kir, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Em ti carî alîkariyên Herêma Kurdistanê ji bîr nakin.

Got jî: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di vê karesatê de, tîmên rizgarkirinê, tîmên bijîşkî û alîkariyên mirovî şandin ziyandîtiyên erdhejê û bi hawara wan ve hatin. Em jî spasiya wan dikin. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di alîkariyên xwe de berdewam e û her çi asankarî ji bo ginadina alîkariyan pêwîst be, emê bikin.”

Konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê got jî: “Armanca serdana min bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ew e, gihandina spasî û pêzanîna gel û ziyandîtiyan bo Serok Dezgehê Mûsa Ehmed û hemû endamên wê dezgehê ye.”

Ji aliyê din ve Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed got, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevahengî ligel tîmên Wezareta tendirustiyê û Wezareta Navxwe û hejmarek ji saziyên din, wan wek erkekî dîtine ku xizmeta ziyandîtiyên erdhejê bikin û bi hawara wan ve biçin û Serok Barzanî bi berdewamî tekezî li ser wê yekê kiriye ku ev erkekî mirovî ye ku bi alîkariya ziyandîtiyan bikin.

Back to top button