Nivîsar

Demîrtaş li girtîgehê de bi Twîttera helwesta xwe diyar dike..

Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyeke balkêş parve kir.

Demîrtaş behsa hilbijartina û yekitiya Tifaqên ku, çêbûyîn dike û dibeje,:Demildest hilbijartina pêkbînin û xwe ji van çeteyan xilas bikin.

Demîrtaş dawiyê de dibêje:

 “Tifaqa Ked û Azadiyê here pêş!

Herepêş Yekîtiya Hêzên ya Sosyalîst!

Tifaqa Milet hernepêş !

Birêz Kemal dê herepêş!

Li kêleka hev bimeşîn

Bibin yek û li hevwerin

Û em vî welatê wêrankirî ji nû ve ava bikin.

Çareya me ya din tune,

em ê bi ser bikevin.”

Roja behsa hilbijartina hatî kirin heta niha Selahattîn Demirtaş awayek vekirî pişgiriya xwe ji bo CHPê û Kiliçdaroglu dide diyarkirin û ji bo vê yekê hewldide ku berê HDPê bide Tifaqa Milet. Lê Demirtaş ji bîr dike ku, CHP vekirî HDPê re newêre tifaqa pêkbîne. Ji ber ku ji aliyek din li tenişta CHPê IYI Partî heye. Ji xwe di hilbijartinên şeredariya de CHP çewe Tifaqek nehînî li gel HDPê pêkanî niha jî dixwaze heman tiştê bike.

HDP aliyekî dileyze û Demirtaş jî aliyek din dileyze. Ji xwe ji berî niha Qendîl bala Demirtaş kişandibû û ew bi nêzikbûna CHPê itham dikira. Niha Demirtaş hewla çi dide baş nayê zanîn. Ji berî çendekî Ahmet Turk jî dabû xûyakirin ku, eger Kiliçdaroglu bibe berbijêrê serokkomariyê dê HDP pişgiriya wî bike.

Kurtahî niha HDP heta wek vê gavê ne gelekî zelal e. Ew dibêjin dê berbijêrekî xwe destnîşan bikin. Ji aliyek din Demirtaş û yên wek Turk Kiliçdaroglu destnişan dikin. Lê hêja Qendil gotina dawî negotiye. Li gora agahdariyan dilê Qendil li ser Kiliçdaroglu heye. Sedema wê çiye gelo? Ew jî pirseke.

Babetek sereke heye ku kesek behsê nake. Lê dixweyê dê mijarên olî û mezhebî di helwesta hinek aliyan û ya Qendil de serdestbe.

Back to top button