Baydemîr: SIPAS JI BO WEQFA ALÎKARIYA BARZANÎ
Osman Baydemîr, ku di navbera salên 2004-2014an de şaredarê Amedê bû, piştî erdhejên navenda Mereşê got ku divê berpirsyar bê ceza nemînin. Baydemîr got, “Niha em bi komkujiyeke faîlî meçhûl re rû bi rû ne”.
Osman Baydemîr, di nirxandina xwe ya li ser erdhejên navenda Mereşê de got, “Em niha bi komkujiyek nediyar û faîlî meçhûl re rû bi rû ne. Baş e, wê kî delîlan berhev bike? Delîl hatin berhevkirin, wê kî dadwerîyê bike? Ji bo xwedê wê kî dadwerîyê bike? Dadger, dozger, meclîs û yank kî?”.
Baydemîr beşdarî weşana YouTubeê ya rojnamevan Erdal Er bû, diyar kir ku Her kes, ji peymankar bigire heya mîmar, ji endezyar bigire heya desthilatdariyê div ê felaketê de berpirsiyar in.
Baydemîr, herweha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Alîkariya Barzanî jî kir ku di erdheja Mereşê de piştgirî dan û got, “Ez ji dil spasiya xwe ji Rêveberiya Rojava, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, Dezgeha Barzanî û Heyva Kurdistana Sor re dikim.” Nêzîkê hev bibin. Bira destê alîkariyê dirêjî birayan dikin, hevrikiya siyasî jî nêzîkî hev dike. Sivikkirina nakokiyên siyasî, bi vî awayî, careke din rê li ber avakirina zemîneke diyalogê vedike. Qanûna biratiyê.”