Cîhan

The Guardian: Erdhej dikare hikûmeta Tirkiyê hilweşîne

Çapemeniya cîhanê erdhejên Mereşê û Bakurê Kurdistanê tînin rojevê û nîqaşan berdewam dikin.

Brîfînga heftane ya Rojnameya The Guardianê, sernavê “Çima erdhej dikare hikumeta Tirkiyê hilweşîne?” bi kar anî û nivîsand ku piştî erdhejê hêrsa li dijî hikûmetê zêde bûye.

The Guardian, bi bîr xist ku erdhej li Tirkiyê û Sûriyê bûye sedema herî kêm mirina 46 hezar kes û 2 milyon kes jî bê mal û war bûne û got: “Hikûmeat Tirkiyê ji ber şert û mercên nebaş ên avahîsaziyê ji berpirsyariyê dûr dikeve.”

Di nûçeyê de hat destnişankirin ku piştî erdhejê derengmayîn, nelirêtî û kêmasiya xebatên lêgerîn, xilaskirin û alîkariyên ewil di dema hilbijartina giştî de rewşa Serokkomar Tayyîp Erdogan xistiye xeterê, populerbûna Erdogan ji ber krîza aborî kêm bûye û wê hikûmet bi zirarek mezin re rû bi rû bimîne.

Back to top button