Daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê teqînên bajarê Kerkûk û Duzxurmatu
Îro hejmarek teqîn û kirdarên terorîstî li bajarê Kerkûk û bajaroka Duzxurmatu rûdaye û welatî û hêzên emnî û baregeha siyasiyan kiriye armanc û mixabin bi vê sedemê jî zêdetirê 25 şehîd û nêzîkî 200 kes jî birîndar bûne.
Em gelek bi tundî vê kirdarê ne mirovane û dirindane şermezar dikîn û serxweşiyê li kesukarên şehîdên vê rûdawê dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê karesatê dixwazîn.
Daxwaz ji dam û dezgehên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikîn bi hemû şiyanên xwe ve hawarhatinên lezgînî û pêwîst bigihînin cihên rûdawê û xwe bigihînin qurbanî û birîndaran.
Her wiha daxwaz ji îdare û dam û dezgehên ewlehiyên Kerkûkê dikîn bi lezgînî wan destan peydabikin ku li pişt encamdana vê tawanê bûne û bigihin sizayên xwe yên yasayî.
Heman demî de tekez li wê yekê dikîn rûdawa diltezînên bi vî awayî li gel wê yekê ku ji dil ve me hemûyan hejand lê belê kar li pêkvejiyana aştiyaneya rûniştvanên parêzgeha Kerkûkê nake.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
16.01.2013