Polîtîk

Eşîrên Ereban piştgiriya Barzanî kirin

Îro çarşem 16/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî ji eşîrên Erebê Iraqê ya bi serokayetiya Mîr Fewaz Mihemed Jiyab El Cirba Mîrê Eşîra Şemerê kir.

 

Li hevdîtinê de, Mîr Fewaz Mihemed Jiyab El Cirba bi navê eşîrên Erebên li başûr û navîn û bakurê Iraqê ji bo bi dawî anîna kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda destpêşxeriyekî pêşkêşî Serok Barzanî kir û Serok Barzanî dilniyakir ku eşîrên Erebî bi tu awayekî beşdarî li gengeşeya neteweyî nakin û bi tundî jî dijî radiwestin û tekez jî li rola eşîreta Ereban ya li çareserkirina gîr û giriftên Iraqê kir ku mijulin êrîşê li yekîtiya yek maliya Iraqê dikin.

 

Her wiha behsa rola Serok Barzanî ya li binyadnana Iraqa nû da kir û daxwaz kirin ku dîsa heman rola xwe ya li aramkirina rewşê de bibîne.

 

Serok Barzanî ji bilî destxweşî kirina destpêşxeriyê û helwesta camêraneya wan eşîretan tekez li wê yekê kir ku Herêm li gel hemû destpêşxeriyek da ye ku dawiyê bi kêşe û gîr û giriftên Iraqê dûrî li bi karanîna zimanê hêz û çek bîne, û erênî jî li gel wan da tevdigere û bi hemû awayek jî gengeşeya neteweyiya li Iraqê de red dike.

Back to top button