Civak

Li Kerkûkê PDK bo armanc

Li Kerkûkê PDK bo armanc

Ew êrşî û kiryarên terorîstî yên îro li bajarê Kerkûkê qewimîn piraniya wan li taxê Azadî ku, baregayên Partiya Demokrata Kurdistanê li wê deverê ne hatine necamdan û jiber hindê jî,  cîgirê serokwezîrê Kurdistanê serdana baregayê liqa 3 a PDK kir û bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî û hevxemiya xwe gihande malbatên qurbaniyê wan kiryarên terorîstî.

Ehmed di axavtinekê de got ku, teror dirindetirîn awayê jinavbirina morvî ye û yên bi van kiryaran radibin ji hemû hestên mirovaityê dûr in. Ehmed got jî hu, terorîst dixwazin bi van kiryarên xwe yên pîs pêkvejiyana pêkhatên bajarê Kerkûkê têk bidin.

Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê hevrê digel waliyê Kerkûkê serdana nexweşxaneya Azadî kir û li rewşa saxlemiya birîdaran pirsî û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû pêdawîstiyan bo çareserkirina birîdaran amade bike.

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê serdana cîyê bûyerê kir û di axavtinekê de ji medyayê re got:

– Bi navê Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî û hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyên kiryarên terorîstî parve dikîn. Em hatine vir daku ji xelk û îdareya bajarê Kerkûkê re bêjîn; hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî li pişt we ye û her tiştê ji destê me bê ji bon axizmetkirina bajarê Kerkûkê em xemsariyê nakin.

Weke tê zanîn di wan kiryarê terorîstî de 23 kes şehîd û 190 jî birîdar bûn û piraniya wan endam û kadiroyên PDKê ne.

Back to top button