Civak

Termên sê jinên kurd gihan Diyarbekirê

 

Demjimêr 21. 00 termên hersê jinên kurd(Sakine Cansız,Fidan Dogan û Leyla Soylemez) giha balefirxaneya Diyarbekirê. Xelkê Diyarbekir bi girsehî pêşwaziya termên her sê jinan kir. 

Polisan hiştin ku tenê parlementerên BDPê û serokên şeredariyan derbasê qada balefirxaneyê bibin.

Termên hersê jinan ji balefirxaneyê birin nexweşxanê. Parlementerên BDP ji bo tevliheviyek nebê her tim bangî xelkê dikiran. 

Di destê xelkê ku pêşwaziya terman kirî tenê weneyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Soylemez hebû.

Sibehî piştî rewresma bête kirin termên wan li bajarên wan dê bêne weşartin.

 

Rojeva Kurd

 

Back to top button