Ronahî TV rolek tarî dileyze

 

 

 

Ev demeke televîzyona ku PKK ji bo Kurdên rojava vekiriye Ronahî Tv, li dijî başûrê Kurdistanê û bi islubekî pir xerab dest bi kampanya teşhîrkirinê kiriye.

Ronahî Tv jinên Kurd derdixe ser ekranê û wan diaxifîne.

Ew jinên Kurd ku haya wan ne ji siyasetê heye, ne jî dizanin çi li pişt perdeyê diqewime, gotinên pir giran û nexweş ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dibêjin.

Çavdêrin siyasî yên ku ji nêzîk ve siyaseta PYD-PKK-PDK-YNK li rojavayê Kurdistanê dişopînin, rola medyaya ser bi PYD-PKK ve gelekî xerab dinirxînin.

Tevî ku sînorê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de vekiriye jî, lê belê hîn jî Ronahî TV kasêtên xwe yên kevin dubare dike û li ser zimanê wan jinên Kurd yên dilpak, bi armanceke xerab êrîşî Mesûd Barzanî dike.

Xîtabên weke “Mesûd… Mesûdê Barzanî… Mesûd, derî veke, lawo derî veke wey… em birçî ne…tu çima derî venakî, Erdogan dijmine, ma tu jî dijminî… me nan da we me xwarin da we… Mesûd, lawo derî veke…”

Heman çavdêr dibêjin, gelo kesên ku li pişt Ronahî tv ne qebûl dikin ku yek rabe bi heman islubî xîtabî serokê wan bike!

Sînorê di navbera başûr û rojava de vekiriye, vekirina sînor bi dokument û fîlm eşkere ye, armanca Ronahî tv çi ye ku wan dayîkan derdixe ser ekranê û wan li dijî Kurdên din germ dike ku gotinên giran û sûkayetiyê li dijî Mesûd Barzanî bi wan dide kirin.

Gelo kesek tune ye Ronahî Tv kontrol bike?!

 

Nêrînek

  1. Tista ku iro ronahi tv dike,bere ji li Bakure Kurdistane med tv dikir.Kesen ku pevajoye disopinin bas dizanin, jibo wilo jimire ne xeribe le tista xarib ewe ku bere hasabe wan tista naye kirin.\nRebere nemir,ci gotiye? Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê bi milletê xwe re bike…. M. Mistefa Barzanî,pewiste bine ve gotine were dagirtin li her car parce Kurdistan an na eme gelek tiste xarab tir binin u bibihizin

  2. Ronahtî Tv wek Tv^´yên rêjima sûriyê ne, wek Al Duniya û Al Ikhbariya ya rêjim. Herdu jî derewên hevdu diweşînin. Ji xwe ronahî tv hatiye damezrandin ji bo ku Kurdên rojava bixapînin.

Nerîna min :