Baştirkirina rewşa jiyana malbatên şehîdan

Li bajarê Hewlêrê. Îro civata herêmî bo karûbarên neft û gazê a herêma Kurdistanê civiya û di civînê de çend pirsên aktuel di warê siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neft û gazê de û çewaniya xweşkirina jiyana hevwelatiyên Kurdistanê gotûbêj kirin.

Piştî civînê, Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona diyarkirina naveroka civîna Civata Hermêmî bo karûbarên Neft û Gazê preskinferensek saz kir û behsa mijarên di ncivînê de hatîne minaqeşe kirin kir.
Dizeyî behsa hewlên Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê yên di warê baştirkirina rewşa jiyana malbatên şehîdên Kurdistanê û malbatên qorbaniyên enfal û kîmiyabarên, bi taybetî yên devera germiyanê kir û got:

– Civîna civata herêmî bo karûbarên neft û gazê biryar da ku, 110   milyar dînaran ji dahatiniyê nefta Kurdistanê, ji bo alîkarî û piştevaniya malbatên şehîdên senger, hevwelatî û qurbaniyên jênosîdayê, di sindoqeke taybet de deyne.

Berdefkê hikûmeta Kurdistanê behsa çewaniya dabeşkirina wan pereyan û hijmara kesên fêdey ji wê sidoqê werdigirin kir û got:

– Ev alîkarî di ji 01.01.2013ê bikeve di warê piraktîkê de. Ji şehîdên senger 40 hezar û 684 kes, ji şehîdên jênosîdayê 13 hezar û 974 kes û ji şehînên hevwelatî jî 20 hezar û 165 kes mifadar dibin. 150 hezar dînar dê li ser meaşê şehîdên senger û şehîdên jênosîdayê zêde bibe, û 50 hezar dînar dê li ser meaşê şehîdên hevwelatî zêde bibe.

Weke tê zanîn Nêçîevan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di havîna sala borî de serdana devera Germiyanê kiribû û di dîdarekê de digel malbatên şehîdan û malbatên qurbaniyên enfal û kîmiyabaranê civiyav bû û di civînê de soz dabû ku, rewşa jiyana malbatên şehîdan baştir bike û di civîna îro a civata herêmî bo karûbarên neft û gazê de soza serokwezîrê Kurdistanê ket di warê piraktîkê de.

Nerîna min :