Nivîsar

Tirşik

 

Tirşik xwarinek sedî sed kurdiye ez bahwer nakim ku kes ji me zanibe kengî û kîja demê tirşik çêbûye û kîjan xanima kurd destpêkê tirşik çekirye.

Ez bi xwe nizanim ku pêşye me çawa tirşik di xwarin û ji çi çêdikrin, lê di va salê dawîde hama gîhan çi şînkayîk tevlî bacana dikin û dibên tirşike. Carna ku mirovek tiştna tev hev dike di bên çawa çêbu ma çi bû tirşik, yan jî carna hatiye guhê min di bên filankesê xwe kirbu wek tirşikê,ev xwarin hat bîra min.

Ji ber ku rojavaye Kurdistanê tim li bîra mine û ez jî mîna her kesî şopa gelê kûrd li rojava dişopînim him ji aliye aborî û tune buna gerek buna jiyanê û him jî ji aliye siyasî ku hêzê menî siyasî ew jî bi xwe mîna tirşikê ji sedî sed kûrdîne. 

Ji ber kû ne wek tu hêz û partiye cîhanê ne kes ji me nizane bê ka çi di serê serokê va partiya de heye yan bê ka ji çi çêbûne her serokikî van patriya li gor baye xwe bandike dîloka ku dibêjin ne li gor tambûra milete.

Carekê min ji dostikî pirsî tu hej kîjan xwarinê dike go tirşik lê belê go goşt di navdebe. Xûwyaye ku partiye me jî îca goşt xistine nav tirşka xwe de ji ber li go tê diyarî ku zarowa hêzê xwe bi çek kirine mîna tirşika bi goşt, goşt nexweşiye bi mirov çêdike, wê çekê we jî nexweşiye bi milet re çêkin agehdarbin.

 

Xûrşîd Xelîl

 

[email protected]

[email protected]

Back to top button