Bernameya Bergeh a ASOsat TV bi birêvebiriya rojnamevan Cemal Batun û panelistên Bergehê nivîskar Keya Izol û siyasetmedar Dara Bilek, bûyera rûreş a qetilkirina 3 têkoşerên siyasî yên Kurdistanê – Sakine Cansiz, Leyla Söylemez û Fidan Dogan dinirxînin. Bergeh, herweha balê dikşîne ser hesasiyeta vê dema nazik ji bo pirsa Bakurê Kurdistanê, destpêkirina pêvajoya danûstaninan ji bo muzakereyê di navbeyna dewleta Tirkiye û Serokê PKK Abdullah Öcalan de û gûmana ku ev bûyer ji bo xetimandina vê pêvajoyê hatiye kirin. Batun, Bilek û Izol, balê dikşînin ser ku dewletên dagîrker ên Kurdistanê ji bo pêşîlêgirtina pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê dikarin tevlîheviyên dijwar li pêş doza rewa ya Kurdistanê derbixin. Herweha Bergeh, li ser hesta neteweyî ya Kurd, li her çar perçeyên Kurdistanê girêdayî bûyera Parisê diraweste…