Rojevakurd dest bi weşana bi Kurmanciya jêrî (Soranî) jî kir
Dema Rojevakurd dest bi weşana xwe kir heta niha tenê bi kurd latînî, zaravayê kurmancîya jori, weşana xwe berdewam kir. Eve çend salin ev bi vî awayî berdewam dibe.
Lê di vê dema dawîyê de, taybetî ji Kurdistana başûr, gelek pêşniyar û daxwazî hebûn ku bi tîpên erebî soranî, kirmanciya jêri, jî weşan bête kirin. Herweha di vî warî de rexne jî hebûn.
Karmendên Rojevakurd ev yek gelek dirêj gotubêj kirin û gihatin encamekî ku raste divê bi zaravayê Soranî jî weşan bê kirin.
Ji berku ev rastiyek ya civata kurd e û me nexwest em hinek xwendevanên xwe ji vê rastiyê bêbehir bihêlin.
Ji vir pêde dê weşana Rojevakurd bi Kurmancî û soranî be.
Di rojên pêşiya me de eger pêwistiyek bête ditin û hereweha imkanên me dest bidin em dê bikaribin bi zimanên din jî weşanê bikin.
Her tişt li gora mercên heyî û pêvajoya ku em têre derbas bibin wê bête kirin.
Em hêvî dikin ku, bi vê gava nû dilê xwendevanên me li Başur û beşek ji Rojhilata Kurdistanê xweş bibe.
Rêz û silav
Rojevakurd