Kurdistanê dest firotina neftê kir
Lê gor ragîhandina Reuterê ku ajansa Navnetewî ye, Başûrê Kurdistanê ev cara pêşî ye ku nefta xwe ya xav bi navê KURDISTANê di riya Tirkiyê re dixe bazara Navnetewî û difroşe derva.
Herweha li gor çavkaniyên sektor û kêşanê, ew nefta ji bo firotina derve ku ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyê, pêşî tê bendera Mêrsînê.
Lê belê çendî ku Hikûmeta Bexdadê xwe di firotina neftê de ji bo derva wek desthelata yekemîn dibîne jî, lê niha Hikûmeta Kurdistanê ew xistiye rewşeke zehmet.
Lê Hûkumeta Kurdistanê dide xuyakirin ku mafê wê yê firotina nefta xav ji bo bazara derve, bi zagona bingehîn a 2003an hatiye misogerkirin.
Li gor agahdariya çavkaniyên Sektorê, her ku diçe çendî ku serxwebûna aborî ya Hikûmeta Kurdistanê berfireh dibe jî, lê belê ew gelşên ku di navbera wê û Hikûmeta Bexdadê de ku nayên çareserkirin, tengezarî derdikevin holê.
Hikûmeta Kurdistanê ji bo firotina vê nefta xwe ya xav ji bo bazara dinyayê, çendî ku wek miqdar hindik be jî, lê belê nirxê wê yê senbolêk pir hêja û bala ye.
Serokê Energiya Giştî Mihemed Sepîl eşkere kiriye ku Hikûmeta Kurdistanê dstûr daye wan ku ew nefta Teqteqê bifroşin derva.
Ev nefta ku ji Teqteqê derdikeve û diçe derva, li baja Londonê dikeve piyasê û tê firotin.
Li gor çavkaniyên Senaiyê, nefta xav a ku ji Xormorê ji qada gaza xwezayî derdikeve, her roj 150 hezar bermîl ji bo Tirkiyê tê hinartin û nefta ku ji Teqteqê jî tê, li dora vê reqemê heye.
Li pêşberê vê jî Tirkiye, berhemên neftê yên ku hatine safîkirin wek benzîn û mazot bi şûnde dişîne bo Hikûmeta Kurdistanê.
Di van salên dawiyê de hikûmeta Kurdistanbê peyman ji bo ku bi şirketa Chevron û Exxonê re îmze kiriye, hikûmeta Bexdadê nerazîbûna xwe daye xuyakirin.
Diyar e ku Hûkumeta Kurdistanê di mesela xeftê de gelek ji hikûmeta Bexdadê çêtir bi şirketên neftê yên biyanî re danûstendin dike.
Rojeva Kurd