Serokê Kurdistanê û Serokê Fraksiyona El Iraqiye civiyan

Îro çarşem 09/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Eyad Elawî Serokê Fraksiyona El Iraqiye û Emîndarê Giştî yê Tevgera Tîfaqa Nîştimaniya Iraqê û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de, danustandina bîr û ramanên di derbarê pêvajoya welat li ber ronahiya pêşhat û guhertinên siyasiyan û cîh û warên danîna sînorek ji bo qeyrana niha û hewldana ji bo peydakirina çareseriyeke kêşeyan li çarçêweya destur û peymanên berê yê di navbera aliyan û kutleyên siyasiyan û peyrew kirina bernameyekî nîştimanî dûrê li dirûşma tayfegerî bi mebesta rê girtina zêdetir kûrbûna cûdahî û veqetinên li navbera gedeyên gelê yek welat da kirin.

 

Her du alî tekez li ser bi navê yekxistina nêrîn û helwestên di derbarê niha û paşaroja welat da komkirina hewlên pêş bi hemahengiya li gel aliyên din kirin. 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: