Polîtîk

Balefirên Şer rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

Wezareta Bergiriya Tirkiye daxûyakirin ku, balefirên wan yên şer şevîdîn piştî nîvê şêve rajavayê Kurdistanê bombebaran kirine.

Herweha berpirsên HSDê jî êrîşa Tirkiye ya li ser Kobanê û derdora wê piştrast kirin.

Daxûyaniya wezereta Bergiriya Tirkiye de dibêje:

Wezareta Parastinê ya Neteweyî ragihand ku li herêmên bakurê Iraq û Sûriyeyê yên ku ji aliyê terorîstan ve wek baregeh tên bikaranîn, “Operasyona Hewayî ya Penc-Şûr” hat kirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de derbarê operasyona hewayî ya bi şev hat kirin de ev tişt hatin tomarkirin:

“Ji bo bêbandorkirina PKK/KCK/YPG ûheman awayên terorê, ji bo berterefkirina êrîşên terorê yên li dijî gelê me û hêzên ewlehiyê yên li bakurê Sûriyeyê, ji bo ewlehiya sînor û jinavbirina terorê li çavkaniya wê.” mafên xweparastinê yên ku ji vê gotarê derketine, operasyona esmanî ya Penc-Şûr li navçeyên bakurê Sûriyê ku wek baregehên êrişên terorîstan li ser welatê me têne bikar anîn, hat kirin.”

Xalên ku ji aliyê balefirên cengî yên Tirkiye ve hatîn armac kirin:

1- Bombebarana gundê Til-Şaîr ku 3 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Kobanê.

2- Bombebarana Çiyayê Maşta Nûr li bajarê Kobanê

3- Bombebarana gundê Helencê li rojhilatê bajarê Kobanê

4- Bombebarana Tarîf ,Kobani ,Cerablus

5- Bombebarankirina pêgeheke rêjîma Sûriyê li gundê Qezalî li rojhilatê Kobanê.

6- Bombebarankirina baregeheke PKKê li qereqola Teqlabqelê ya Qerecoxê li bejahiya Dêrikê.

7- Bombebarankirina navendeke leşkerî ya QSD’ê ya li siloyên gundê Dehr El-Ereb ê girêdayî Dirbêsiyê.

8- Bombebarankirina navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li çiyayê Qere Çox li gundewarê Dirkê.

9- Bombebarankirina baregeheke leşkerî ya hêzên rêjîma Esed li gundê Telharmal li gundewarê Zerkan li Hisîça.

10- Bombebarankirina baregeheke leşkerî ya hêzên rêjîma Esed li bajarê Tel Rifat

11- Bombebarankirina siloyên Xefiyet El-Salem li bajarê Eyn Îsa li gundewarê bakurê Reqayê.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî êrîşan got, “Bombebarankirina xalên ewle ji aliyê Tirkiyê gefê li tevahiya herêmê dixwe. Ev bombebaran sûdê nade ti aliyan. Ji bo pêşîgirtina li kareseteke mezin em hemû hewlan didin.”

Rewangeha Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di encama bombebaranê de herî kêm 6 endamên HSDê canê xwe ji dest dane û her wiha 6 leşkerên Sûrîyê jî hatine kuştin.

Rêveberê SOHRê Ramî Abdulrehman ji AFP re got ku bombebaranê çeperên QSD li Heleb û parêzgeha Hesekê kirin armanc.

Ramî Abdulrehman her wiha diyar kir ku di wan êrîşan de çeperên artêşa Sûriyê yên li Reqa û Hesekê jî hatine armanckirin.

Back to top button