Serok Barzani bi minasebeta sersala Koçî ya 1444ê peyamek ji bo raya giştî ragihand.
Peyama serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina serê sala 1444 ê koçî germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim hatina sala nû ya koçî ji bo hemû aliyek bibê sedema kameranî û bextewerî û xweşiyê û aştî û aramiyê li ser navçeya me û hemû mirovayetiyê da bikêşê.
Her bimînin li xêr û xweşiyê da
Mesûd Barzanî
30 (Zulhuce )yê 1443ê koçî
29ê temûza 2022 yê Zayînî